25 september 2019

Dibê em berê şerê dijminê xwe bikin


Ji ber dijminên me hewqasî ji mirovahiyê bêpar in, hewqasî hov, dirinde û keftar in, ji bi ber êrîşên wan, meriv çi kêmasiya kurdan dibîne jî naxwaze rexne bike, naxwaze ji kesî ra bibêje gula we tahl e.

Gava tu dibînî dijmin wek gurênhar yên devbixwîn li yekî kom bûne, wî lînc dikin, ez dibêjim kêmasî û şaşiyên wî çi bin jî, necamêrî ye meriv yekî di wî halî da rexne bike. Çimkî tê lînckirin.


Rewşa kurdan, partiyên kurd ev e, neyar li me civiyan e û me lînc dikin.

Dema ez bala xwe didim halê me, carnan bi min wer tê. Lema jî min hema, hema, tu bigrî dev ji rexnekirina kurdan berdaye. Heta kêmasî "dîzmeyê derbas neke" ez ji tu kesî ra dengê xwe nakim.

Lê hin pêşniyar û rexneyên bi fêde jî hene, dibê meriv dev ji wan bernede, nermik, nermik bibêje, mêst bixwe lê qeymêx neşkîne...



Erdogan di axaftina xwe ya Neteweyên Yekbûyî da xerîteya Kurdistana rojava daye ber sînga xwe û gotiye binêrin hewqas cî heye, em dixwazin 2 milyon koçberên li ba xwe li vê herêmê bi cî bikin, em kanin vê reqemê derxin heta 3 milyonan jî.

Mêrik wek pisika xwe dabe ber mişk, ji bo dagirkirina seranserê Kurdistana rojava tahma devê xwe xweş dike. Tu dibêjî belkî erdê bavê xwe dike bide çete û qatilên Daîşê û ereban.

Û mêrik hewqasî bêperwa ye, di ser da gotiye dibê Amerîka û Rûsya jî piştgiriyê bidin vê pilana wî ya dagirkirinê.


Ev rejîma îslamî hetanî wek serokên Îttîhat û Terakkîyê bela nebîne, dev ji me bernade. Ev gelkî vekirî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE