02 september 2019

Dibê di serî da meriv nebêje deve !

Calvîn Coolîdge

Serokê Amerîkayê Calvin Coolidge(1872-1933), rojekê ji sekretera xwe ra got:

-Fîstanê te yê îro pir xweşik e, pir li te hatiye. Lê ji xwe tu xanimeke pir bedew î, tu çi li xwe kî li te tê.

-Xanima sekreter bi vê îltîfata serok Calvin Coolidge hinekî matmayî mal, lê belê pir memnûn jî bû û spasî wî kir.


Piştî vê îltîfatê Calvin Coolidge gotina xwe wiha domandibû:

-Lê belê ricayeke min ji we heye. Ez dixwazim ji nuha û pê da di nivîsên xwe da hûn hinekî din jî li îşaretên rastnivîsînê miqate bin...

Bi vî hawî Calvin Coolidge him dilê sekretetera xwe xweş kiribû û him jî kêmasî û sersariya wê bi zimanekî maqûl jê ra gotibû. Çimkî însan piştî îltîfatê û pesin bêtir tehamul dikin meriv kêmasî û şaşiyên wan jê ra bibêje, rexne bike…

Swêdî tu carî bi rexnekirinê dest bi axaftina xwe nakin, berê çend gotinên baş, pozîtîf dibêjin û dû ra dest bi gotina kêmasiyan û rexnekirina xwe dikin.

Di rexnekirinê da meriv kanibe balansekê bibîne, di serî peyvên herî giran û ya dawiyê nebêje baş e. Em kurd gelekê caran hema di serî da didin nav û yê hember dixin binê erdê.

Di rexnekirinê da meriv çiqasî bi temkîn be, peyvên ne xweş nebêje, bi zimanekî maqûl fikrên xwe bibêje baş e, kane tesîrê li yê hember bike.

Yanî dibê di serî da meriv hema nebêje deve...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE