29 september 2019

Di nava kurdan da kesên ji bindestiya tirkan hez dikin çima pir in?


Ez carnan me kurdan bi filistîniyan, bi ereban, bi tirkan û bi miletên din ra miqayese dikim. 

Ez dibînim li cîhanê bêyî me kurdan di nava tu miletekî din da hewqas kesên bûne neyarên qewmê xwe, hewqas kesên bûne hevalbendên dagirkerên xwe tunene.

Kurdên ji xulamtî û bindestiya tirkan hez dikin pir in, bi sedhezaran in û viya jî venaşêrin.


Ne mimkûn e filistîniyek, heta erebek derkeve telewîzyoneke îsraîlî û li dijî serxwebûna filistîniyan derkeve, bixwaze Îsraîl Xazayê dagir bike û ji partî û rêxistinên filistînîyan ra jî bibêje terorîst. 


Ez bawer nakim di nava 400 milyon ereb da jî yek erebê li dijî serxwebûna filistîniyan hebe, yek erebê bixwze Îsraîl nehêle filistînî bibin xwedî dewleteke serbixwe derkeve. 

Ne mimkûn e hebe û derkeve di telewîzyonên cihûyan da viya eşkere bibêje û piştgiriyê bide Netanyahu û Îsraîl.

Tiştekî wiha ne mimkûn e û heta nuha numûneyeke wiha jî çênebûye…

Ne mimkûn e tirkekî li dijî serxwebûn û federasyona tirkên Qibrisê jî hebe û bixwaze Yûnanîstan Qibrisa Bakur dagir bike, tirkan ji wir derxe û yûnanan di gund, bajar û malên tirkan da bi cî bikin. 

Tirk û erebê herî bêxîret, herî xayin jî tiştekî wiha eşkere nabêje, naparêze û destegê nade dagirkirina welatê xwe.

Lê ne ereb û tirk tenê, ferdê tu miletekî din jî dagirkirina welatê xwe û bindestiya gelê xwe naparêze, merivekî çiqasî pîs û bênamûs be jî bi dijminê xwe ra neyartiya gelê xwe, nayartiya ferdên ji qewmê xwe nake.

Lê kurd dikin, li dinyayê kurd tenê û him jî eşkere û bi heraret dagirkirina welatê xwe diparêzin.

Bi hezaran kurdî piştgirî dan dagirkirina Efrînê, ji dagirkirina wê ra li çepipikan xistin û pê dilşa bûn.

Ferdê tu miletekî din bênamûsiyeke wiha nake, lê bi hezaran kurdî kir û him jî ne bi dizî, vekirî kirin.

Li dinyayê tenê kurd û him jî bi hezaran, piştgiriya dijminê xwe dikin, dixwazin gelê wan bindest bimîne û viya jî vekirî dibêjin û bi hevalbendiya xwe ya dijmin ra jî îftîxar dikin. Heqaretên nemayî li kurdên serxwebûnxwaz dikin. Kurdê ji bo kurdan otonomiyê jî bixwaze bi îxanetê îtham dikin.

Her roj bi sedan kurdên bi vî rengî derdikevin telewîzyonên tirkan û bi faşîst û panturkîstên tirk ra dixwazin Tirkiye Kurdistana rojava dagir bike û 3-4 milyona erebên li Tirkiyê bibin di gund û bajarên kurdan da bi cî bikin. 

Bêyî ku fedî bikin her roj bi sedan kurd di telewîzyonên tirkan da dixwazin Tirkiye zû Kurdistana rojava dagir bike û qira kurdên rojava bîne. Û viya jî wek heqekî Tirkiyê dibînin.

Ez matmayî dimînim, çima ev celeb însan, ev babet xayinên bêemsal tenê ji nava kurdan derdikevin?

Ev çi ûjdan e, çi xîret û çi namûs e ku li dijî azadî û serxwebûna gelê xwe derdikeve, naxwaze gelê wî ji bindestiyê xelas bibe?

Ev kîjan ûjdan û namûs e ku însên dike hevalê dagirkerê welatê wî û viya jî eşkere diparêze?

Ez bi xwe li dinyayê bêyî kurdan tu nemûneyeke din nabînim, tenê di nava kurdan da kesên li dijî azadiya gelê xwe hene, tenê di nava kurdan da kesên dixwazin

XXX

Hin kes pir qîmetê didin xemla xwe, pir heyranê bejn û bala xwe ne. Kincê herî buha bera ser bejna xwe didin, qerewêtên hevrîşîmî dixin hustuyê xwe, saetên herî buha dikin destên xwe û di telewîzyonên tirkan da xwe pik dikin û bi bêşermîyeke nedîtî neyartiya gelê xwe dikin, dixwazin Tirkiye Kurdistana rojava dagir bike.

Xwezî ev kes bi qasî qîmetê didin bejn û bala xwe, hewqasî jî qîmet bidana şexsîyeta xwe, hewqasî ne bêxîret bûna û nebûna meriv û berdevkên hêzên dagirkerên welatê xwe.


Heger ne ev piştgiriya van cahşan û xwefiroşan bûya hukûmetê hewqasî najota ser kurdan û hewqasî bêperwa hereket nekira. Çimkî tirk dibînin bi qasî kurdên li dij, kurdên bi wan ra jî hene, ev yek cesaretê dide tirkan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE