20 september 2019

Dersa ji golik were girtin



Hin anekdotên xweş hene, hinekên wan belkî rast bin, belkî jî însanan li hev anî bin. Axir çawa çê bûbin jî him xweş in û him jî tije ders û ibret in. Ji xwe armanc jî ew e.

Rojekê keşe, nivîskar û fîlozofê emerîkî yê bi nav û deng Ralph Waldo Emerson  û lawê xwe dixwestin golikekî têxin êxur. Lê golik li ber xwe dida, nedixwest têkeve êxur. 


Emerson bi serê golik girtibû, radikişand hundur, lawê wî jî ji pa ra golik tahm dida. Golik jî nedixwes dev ji çêra der ve berde û here têkeve hundur êxur.

Xizmetkarê malê li ber derî li wan temaşe dikir. Ew wek Emerson ne fîlozof û nivîskar bû, lê belê xwedîkirina heywîn ji wî bêtir zanîbû, ji wî baştir ji zimanê heywîn fêm dikir. Rabû çû alîkariya Emerson. Bi henûnî nêzî golik bû, destê xwe di serê wî da, pişta wî hinekî miz da û dû ra jî tiliya xwe wek memikekê kir devê golik û hêdîka bir xist êxur…

Emerson matmayî ma lê tiştek negot. Fêm kir zor her tim pere nake. Carnan dibê meriv henûn be, bizanibe muxatabê meriv çi dixwaze, li gorî wî hereket bike..


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE