02 september 2019

Carnan nostaljî xweş e





Îro dîsa ji nişka ve cinên min hatin min û ez çûm ketim embarê û min teyba kasêtan û radiyoya xwe ya antîk derxisin. Ji vêsê da ye ez li stranên radyoya Êrîvanê guhdarî dikim. 

Gava meriv li kilamên kurdên Êrmenîstanê guhdarî dike meriv tahm û lezeteke lezîz jê digre, meriv his dike muzîka kurdî ye. 


Ez bi xwe ji guhdarîkirina muzîka kurdên Êrîvanê qet têr nabim, kanim bi saetan lê guhdarî bikim…


Ji bo vê xezîneya bêhempa em çiqasî spasî kurdên Êrîvanê û kedkarên radyoyaya Êrîvanê bikin hindik e.

Li ba min sedan kasêtên dengbêjan hene, ezê êdî hêdî, hêdî ji xwe ra li wan guhdarî bikim...

2019-09-02

Not:
Min ji bîr kir biweşînim, lema roj bi ser ket.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE