05 september 2019

Bi dev her kes hevalê rastiyê ye


Diristî, rastgoyî zidê durûtiyê û derewkariyê ye.

Bi dev her kes heval û piştgirê rastiyê ye, lê di praktîkê da ne heval e.

Tu kes, heta merivê virek jî pesnê derewan nade, nabêje derew û durûtî baş e.

Lema jî bi devkî her kes dibêje gerek meriv rastgo be, derewan neke, rastî çi be wê bibêje.
 
Kes nabêje gotina rastiyê xerab e, dibê meriv rastiyê nebêje.  

Her kes xwedêgiravî pesnê rastgoyiyê dide, wê wek qerekter û exlaqekî baş dibîne. 

Rastî tahl be jî, ne bi dilê hinekan be jî dibê meriv bibêje. 

Dibê meriv ji gotina rastiyê netirse, yê rastgo tim bi heq e. 

Erê her çiqas kes li dijî rastiyê û rastgoyiyê ranebe jî, nebêje rastgoyî xerab e, lê di praktîkê da piranî destegê nade merivê rastgo, nabêje her bijî, weleh te rast gotiye, filan kes neheq e, filan tişt şaş e, filan karê hatiye kirin ne rast e.

Di hundurê xwe da tiştê te gotiye rast dibîne, lê belê destegê nade te, nabêje tiştê te gotiye rast e, ya jî ez jî rast dibînim…

Yê rastgo ji xwe ra dibêje û ji xwe ra dinivîse, kes ya newêre ya jî naxwaze ji wê rastiyê ra bibêje rast e, piranî devê xwe digre. 

Çimkî jê ra îdeolojî, siyaset, hevaltîya siyasî û carnan jî berjewendîyên şexsî ji qebûlkirina rastiyê muhîtir e. 

Ji bo wê jî dibe hevalê nehaqan û neheqiyê û dev û çav û guhê xwe ji rastiyê ra digre, rastiya ew bawer dike rast nabêje, nabe heval.

Lê kumê rastan tim xwar be jî serê wan tim bilind e, lema jî dibê meriv rastgo be û tim rastiyê bibêje.
Helbet rastîya meriv jê bawer dike û diparêze li gorî hinekan ne rast e, şaş e, ev jî heye.

Lê wê demê jî dibê ew rastiya xwe, rastiya jê bawer dike bibêje, ne ku gava bûyer qewimî însan bêdeng be, ne bibêje rast e, ne jî bibêje çewt e, xwe bêdeng bike. Bêdengmayin hevaltiya neheqan û neheqiyê ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE