16 september 2019

Bersîva rexnegirên bêedeb


Ez li vî quncikî carnan siyasetmedaran, partiyên siyasî rexne dikim, li ser hin kar û barên wan fikrê xwe dibêjim. 

Li gorî baweriya xwe ji tiştê baş û rind ra dibêjim baş e, rind e, teqdîr dikim, pesnê kar û xebata wan didim.

Û tiştên şaş û ne baş û xerab ra jî, dîsa li gorî baweriya xwe rexne dikim, fikrê xwe li ser dibêjim. 


Helbet baş jî, şaş jî, xerabî û çêyî jî îzafî ne, tiştê ez şaş dibînim, hinekên din kanin rast û baş bibînin. Ev normal e û ji xwe minaqaşe û rexne jî li vir dest pê dike.

Erê ez carna partiyên kurdî rexne dikim, lê di rexneyan da hedefa min ya esasî tim û tim dijmin e, hêzên dagirker û hevakarên wan in; li hemberî hêzên dagirker û hevakarên wan ez komrîmîs nakim.

Lê di rexneyên xwe da tu carî ne li partiyên kurd û ne jî li siyasetmedar û kurdên welatparêz heqaretê nakim, gotineke tahl û ne lê rê ji kesî ra nabêjim. Ez fikrê xwe her tim bi edeb û bi termînolojiyeke siyasî dibêjim.

Çawa ku mafê min heye fikrê xwe bibêjim, xelkê û partiyên siyasî rexne bikim, mafê her kesî jî heye min rexne bike, bîr û baweriyên xwe li ser nivîs û fikrên min bibêjin.

Heqaret, gotinên çort û bêedebî tê da tunebe, ez tu carî xwe ji rexneyan aciz nakim û heta ji min tê bersîva wan jî didim. 

Her tiştê ez dibêjim ne ayet e û her kes ne mecbûr e her fikir û gotina min tesdîq bike, bibêje amîn, wele tu rast î. 

Bêguman gotinên min, fikrên min, rexneyên min hin caran nakevin serê hin kesan û mafê wan jî heye bi rengekî maqûl û bi edeb min rexne bikin. 

Û dikin jî û dibê bikin jî.

Ez rexneyên bi vî rengî pozîtîf dibînim û tu carî xwe jê aciz nakim. Qebûlnekirina rexneyên bi vî rengî şaş e, yê bînteng û bêtolerans dibê xelkê rexne neke.

Lê hemû rexneyên li min dibin ne bi vî rengî ne, hin kes ji dêlî ku bi edeb, wek merivan min rexne bikin, bêedebiyê dikin, heqaretê li min dikin, gotinên ne xweş ji min ra dibêjin.

Carnan jî tiştê min gotine fêm nakin, ya jî bi qestî tahrîf dikin û buhtanan li min dikin, tiştên min negotiye dixin hustiyê min, min dikin hevalê neyar.

Ev tişt ji ber nezaniyê û cahiliyê were kirin jî, meriv nikane bêbextîyê xweş bibîne…

Ez tu carî xwe bi ber bayê kesên wiha naxim û bersîvê nadim wan, wan di cî da ji hevaltiya xwe derdixim û carnan jî bloke dikim.

Ez tu feydeyê di manaqaşa bi kesên wiha ra nabînim û loma jî bersîvê nadim wan.

Ev 50 sal in ez di nava siyasetê da me, li gorî xwe min hin xebat kirine. Û baş xerab, bi qîmet, bê qîmet hîn jî li gorî zanîn û îmaknên xwe hin tiştan dikim. 

Di vê nabênê da carnan jî li ser siyaseta hêzên kurd fikrên xwe dibêjim. Lê wek min li jor jî got, di nav siyasetê da hin nezan, cahil,  mirîd ya jî fanatîkên siyasî, heta hinên caran provakator madê meriv ji siyasetê digerînin, meriv jê sar dikin. 

Meriv ji xwe ra dibêje ya baş û bi xêr ew e ez dev ji nivîsên siyasî berdim. 

Ev du sê roj in dîsa hin kes dev davêjin ji min da û ji min ra gotinên bêedeb û ne xweş dibêjin.

Ez bersîva wan nadim û di wê mistewayê da bi wan ra minaqaşe nakim. Lê bibê nebê gotinên wan yên bêedeb min diêşîne. Keda te ya 50 salî ji bo ku gotineke te neketiye serî, heqaretê li te dike, te dike xayinekî hevalê neyar. 

Mêş ne tiştek e lê belê madê meriv digerîne. 

Kesên xwedî ûjdan, kesên rastgo, kesên ne mirîd min nas dikin û bi van vir û bêbextiyên li min dikin naxapin. 

Ez nabêjim ez nivîs û rexneyên siyasî yên li ser partiyan hew dinivîsim û êdî tobe !

Lê wer xuya dike ji nuha û pê da nivîsên bi wî rengî ezê pir kêm binivîsim. 

Bira di qada siyasî da tenê amîgoyên siyasî, yên ji serok û partiyan ra li çepikan dixin û mirîdên siyasî hebin, bira ew halanê di partiyan û di serokan hildin. Qelemeke wek ya min dibê tunebe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE