19 september 2019

Bêexlaqbûna misilmanan jî sûcê xiristiyanan bûye



Gava hin misilman li Ewrûpayê, li welatekî xiristiyan rastî bûyereke hêjayî teqdîrê û numûneyeke exlaqekî ya bêemsal tên, ya jî dibihîzin, ji dêlî wê civatê û wî miletî teqdîr bikin, bibêjin weleh helal be ji wan ra, demagojiyeke wer dikin aqilê meriv disekine.

Kurdekî bi navê Hasan Akboga, li Kanadayê li bajarê Langfordê li ser riyekê rastî dezgeheke fêkî, sebze û çîçekan ya bêxwedî hatiye.

Dezgeh li kêleka rê bêxwedî bûye. Li ser textekî sipî navê malên li wir hene û buhayê wan nivîsandîbûye. Li kêlekê jî mêzînek, kîsik û qutiyeke meriv pera dixê hebûye. Meriv malê dikre(tiştê dikire) bi xwe diwezinîne, perê xwe dixe qutiyê û dihere. 


Vê yekê tesîrek mezin li Hasan Akboga kiriye û lema jî di facebooka xwe da him qala tiştî dîtiye kiriye û him jî rismê dexgehê belav kiriye.

Yekî di şiroveya xwe da gotiye: 


”Wan ev exlaqê paqij ji misilmanan girtine, ev exlaqê paqij yê misilmanan e, lê nuha bi misilmanan ra nemaye.”

Yekî din gotiye:


”Ew bi salan xebitîn ji bo ku bibin xwediyê vî exlaqê misilmanan û bi ser jî ketin. Û exlaqê xwe jî bi misilmanan dan hezkirin û misilman jî ji exlaqê îslamê dûr xistin. Û di vî warî da jî bi ser ketin.”

Hûn dibînin bê ev misilman, îslamîst çi fêlbaz, çi hoqebaz in, ev komentar nayê bîra îblîs jî. 


Ji dêlî qebûl bikin ew ji diristîyê û ji exlaqekî paqij bêpar in, dibêjin ev exlaqê bilind ji misilmanan dizîne û exlaqê xwe yê pîs jî kirine exlaqê misilmanan.

Sînorê ehemeqiyê tuneye…

Yanî sebebê bêexlaqiya me, ya misilmanan jî ne misilman bi xwe ne, xiristiyan in, xirisyanan misilman kirine bêkêr, tembel, diz, virek û bêexlaq.



Ê heger wiha be, heger her kes kane misilmanan bixapîne, bi aqilê wan bilîze, wan bêexlaq bike, wê demê misilman kêmaqil in. 

Heger misilman ne ehmeq û kêmaqil bûna xiristiyanan nikanîbûn ew bêexlaq bikirana.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE