06 september 2019

Ax û ax, heyfa mêran !

Bilbilê Diyarbekrê Seyidxanê Boyaxçî


Dibê em li hemberî apê Seyidxanê Boyaxçî hewqasî ne bêwefa û dilkevir bûna !

Bi dîtina vê vîdeoya apê Seyidxan ez pir xemgîn bûm û wek kurdekî min gelkî jî şerm kir. Meriv li hemberî hunermendê xwe hewqasî bêwefa nabe.

Gilî û gazinên apê Seyidxan hemû di cî da ne. Bêwefayî û xwedîlêderneketina kurdan şermeke mezin e.


Dibê welatparêzên kurd, partiyên kurd, xwediyên mîhrîcanan her roj li ber serê wî bûna û jê ra bibûna alîkar.

Li hemberî dengbêjekî wek apê Seyidxanê Boyaxçî dibê siyasetmedar, welatparêz û partiyên kurd hewqasî ne nankor û bêwefa bin.

Di rojeke wiha da gereke meriv hunermendekî wiha hêja bi tenê nehêle û di rojên wî yên da wî da wî wiha xemgîn neke. Van gotinên wî dibê me fedîkar bike.

Banga min ya li xwediyên mihrîcanan(festîwalan), kurdperweran û partiyan, apê Seyidxan bi tenê nehêlin, herin serdana wî û pê ra lîkariyê bikin...


”Gava ez rehet bûm, ez bilbilê Diyarbekrê bûm, bilbil, bilbil.  Ez nexweş ketim kes li min xwedî derneket, kesî ez nebirim ser tuxtor, kesî ji min ra derman nekirî. Ez li vir li mala lawê xwe me, 
Xwedê wî bihêle, ew jî camêr e.
Min mala Demngbêja bi Osman Baydemir ra vekir, lê nuha kes li min xwedî dernakeve. Xwediyê min Xweda ye. Hewqasî ez li festîwalan gerandim, kanê ew xwediyên festîwalan?
Min ji wan ra kilam got, milet top dibû, gişa guhdariya me dikir, kanê ew giş ku da çûn?  
Kanê xwediyên wan festîwalan?
Gava ez çûm bira kes neyê ser gorra min û bira kes ji min ra fatîhê nexwîne.
Rebê Alemê hazir û nazir e, tişt nabe.
Piştî ez çûm bira piştî min kes nebêje Seyidxan a wa bû, a wa bû, ji me ra kilam digot.
Bira kes wê bahsê neke.
Axx, axx, axx û axx, heyfa mêra !"
Seyidxanê Boyaxçî

XXX
Dijminê me pir bêşeref e, pir namerd e, ji bo me biêşîne, ji bo me terorîze bike her riyê, her bêexlaqiyê, her namerdiyê mubah dibîne.

Û di nava me kurdan da jî kesên pir rehet dibin maşa destê dijmin, dibin pêlîstokên dijminên xwe pir in.

XXX
Serokê tirkan Erdogan gefên xwe yên li hemberî Ewrûpayê û dagirkirina Kurdistana rojava îro dîsa dubare kiriye û gotiye. Ji Ewrûpayê ra gotiye:

-Heger di mesela herêma ewle da Ewrûpa piştgiriya me neke, emê deriyên xwe vekin û koçberên li ba xwe bişînin ser Ewrûpayê.

Û ji Amerîkayê û kurdan ra jî gotiye:

-Heger Amerîka wek em dixwazin neke di dawiya meha îlonê da emê midaxele rojhilatê Ferêt bikin. Hedefa me emê milyonek birayên xwe yên ereb li herêmeke 450 km bi cî bikin.

Mêrik vekirî dibêje ewê hemû Kurdistana rojava dagir bikin û ereban bibin têxin mal, gund û bajarên kurdan. Dikin dikin, ji wan tê, berê jî gelek caran kirine û ji wan ra meye. Hela em binêrin îcar ewî çawa bibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE