20 augusti 2019

Zêde li ba neke...



Zarokekî 12 salî bi îdîa tecawizî jineke 30 salî kiriye mahkime dibû. Abûqata wî jî jin bû. Abûqatê digot derew e, ev zarok nikane tecawizî vê jina mest û mezin bike. Di parastina xwe da pantor û derpê ji lêwik şeqitand û bi bilikê wî yê biçûk girt û li ba kir, got:

-Hakim beg, ev gede, bi vî bilikê xwe yê biçûk çawa kane tecawizî vê jina mest û mezin bike? Ev ne mimkûn e!
Di vê nabênê da lîwik devê xwe kir guhê abûqata xwe û hêdîka jê ra got:
-Hêdî, tu hinekî din jî li ba bikî emê daweyê wenda bikin…


Min got qey jina min e
Hakim ji diz ra got:
-Tu ketiye mala vê xanimê. Ji bo çi?
Diz bi zimanekî feqîrokî got:
-Ez serxweş bûm hakim beg. Min got qey mala min e.
Hakim got:
-Ê wê demê gava te di hundur da jinik dît çima tu reviya?
Diz got:
-Min got qey jina min e, ez ji tirsa reviyam…

Tenê herfa ”H” zêde ye
Siyasetmedarê tirk ji Tirkiyê reviya bû û îltîcayî Almanyayê kiribû. Bi çend siyasetmedarên alman ra sohbet dikir, ji wan ra qala rewşa Tirkiyê dikir. Çend numûne ji zulma îktîdara AKPê da û got:
-Hûn bi qedrê Xwedê dikin, nuha çi yê Hîtler ji serokê me zêde ye?
Siyasetmedarekî alman got:
-Tenê herfa ”H” zêde ye…

Kî biaqiltir e ?
Berfînê û Tacdîn him dilîstin û him jî pirs ji hev dikirin. Tacdîn ji Berfînê ra got:
-Bi ya te însan biaqil in ya heywan, kîjan biaqiltir e?
Berfînê got:
-Bêguman heywan biaqiltir in.
Tacdîn got:
-Ji bo çi?
Berfînê bi rengekî jixwebawer got:
-Çimkî ez çi dibêjim kûçikê min fêm dike, lê ji tiştê ew dibêje ez yek gotinê jî fêm nakim.

Xwesî
Li bajêr du otoboz hebûn, bûk li yekê siwar dibûn, xwesî li yekê.
Rojekê otoboza xwesiyan wergeriya û hemû xesîyên tê da mirin. Bûk dikeniyan, hemû kêfxweş bûn; yekê tenê li çonga xwe dixist û hêsir dibarand. Jê pirsîn, gotin:
- Tu ji bo çi digrî?
Got:
-Ji şansê minê xerab ra xwesiya min ne tê da ye, îro nexweş bû…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE