13 augusti 2019

Yên ji Koray Avciyê tirk ra li Silêmaniyê konserê çêkin kanin ala kurdî jî daxin



Li gorî hin îdîayên di medyaya sosyal da belav bûye Koray Avciyê tirk li Silêmaniyê li sahneya lê konser daye ala kurdî daye daxistin. Yanî rêvebirên salonê li ser daxwaza wî ala kurdî rakirine.

Hêrçiqas rêvebirên Şanoya Romanî bi daxuyaniyekê ev îdîa red kiribin, gotibin me tiştekî wiha nekiriye, ala kurdî ji berê da tunebû, lê ez dibêjim îdîa rast e. Ya li ser emrê wî, ya jî ji bo xatirê wî berê ala rakirine.

Yên ji yekî wek Koray Avci ra li Silêmaniyê konserê çêkin kanin ala kurdî jî daxînin ya jî ji bo nexeyide hilnedin.

Çimkî tiştekî wiha tam li bejna kurdên Kurdistana başûr tê. Ne hemû, lê piraniya wan kanin tiştekî wiha bikin. Çimkî xwe wek pêsekiyên tirkan dibînin.

Lema jî li ser daxwaz û emrê qeşmerekî tirk kanin ala kurdî daxin û di dewsa wê da ala tirk hildin.

Heger ji xwe fedî bikirana di demeke wiha da dengbêjekî tirk nedibirin Silêmaniyê û li tirkî guhdarî nedikirin.

Tehamula tirkan ji bihîsitna navê Kurdistanê ra tunye, ji kûçikan bêtir ji kurdan nefret dikin, lê dîsa jî ne xema kurdên başûr e, ew dîsa jî heyranê zimanê tirkî, muzîka tirkî û tirkê herî neyarê kurdan in.

Xebera Rûdawê ya li ser vê bûyerê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE