21 augusti 2019

Yê bibe bela rojekê ewê bela xwe bibîne


Serokên Tirkiyê wek paşayên îttîhatçiyan pir stûr bûne, agir kirine dawa xwe, bela xwe di Xwedê jî didin. Li herêmê bûne xwîna kera reş, kes naxwaze tê bigere. 

Li der û dora xwe huzûr ji kesî ra nehîştine. Bi dehhezaran çete li dor xwe kom kirine û bi van çeteyên ereb û îslamî gefê li vî û li wî cîranê xwe dixwin. 

Lê herî bêtir kanin bi kurdan, tepa wan ji ser serê kurdan ranabe. 


Geh vir û wira Kurdistanê bombebaran dikin, geh topbaran dikin. Bi wê jî nayên serî, li bajaran bi hovane li xelkê dixin, tewqîf dikin, heqaretê li kurdan dikin. 

Çovsorî bûne, har bûne. Dibê bela xwe bibînin, dibê pozê van faşîstan were firikandin.

Hetanî ew jî wek îttîhaçiyan bela xwe nebînin rehet nasekinin û rehetiyê nadin kesî.

Dinya jî viya zane, lê nuha yê wek îttîhatçiyan pozê wan(bîvila wan) bifirikîne tuneye...

Lê yê bû bela, zû dereng ewê bela xwe bibîne...

XXX
Dewleteke bi rastî dewlet be, dewleteke cidî, dewleteke qanûnî, dewleteke qîmetê bide meclîsa xwe, dewleteke şerefa wê hebe bi copan bi parlamenterên xwe nakeve, 5 parlamenterên xwe birîndar nake.

Lê ji ber ku neyartiya kurdan çavê tirkan qarixî kiriye, ji bo wê jî her tiştî dikin. 

Zulm û heqareta do li Diyarbekrê, li Wanê li kurdan kirin hovîtiyeke nehatiye dîtin.

Ji bo ku hûn dewlet in, polîsên we hene ne şert e hûn hewqasî hov û namerd bin !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE