04 augusti 2019

Xelkê giliyê min bi Twîtterê kiriye


Yekî giliyê min bi twîttê kiriye. Twîttê do bi teksta jêr ez agahdar kirim.

“Li kontoya te, @Zxamote gilî hatiye kirin. Teksta gilî lê hatiye kirin ev e:


Ez wek roniya herdu çavên xwe ji hemû ji gerîlla û ji pêşmergeyên Kurdistanê hez dikim û di hemû jiyana xwe da min ev hurmet û hezkirina xwe ya bêsînor tim daye xuyakirin. Hemû nivîsên min şahidê vê hezkirina min in Lê serokên PKKê, KCKê na, ew ne netewî ne, tiştên xerab dikin.

Me bala xwe da teksta gilî lê hatiye kirin, me tu sûcekî li dijî qaîdeyên twîttê tê d anedît. Lome jî me muha tu tedbîr negirtiye.”

"Hej!
Vi har tagit mot ett klagomål om ditt konto, @Zxamo, om följande innehåll.
Tweetens id: 1156927163976900609
Tweetens text: @_Berwar Ez wek roniya herdu çavên xwe ji hemû ji gerîlla û ji pêşmergeyên Kurdistanê hez dikim û di hemû jiyana xwe da min ev hurmet û hezkirina xwe ya bêsînor tim daye xuyakirin. Hemû nivîsên min şahidê vê hezkirina min in Lê serokên PKKê, KCKê na, ew ne netewî ne, tiştên xerab dikin.
Vi har undersökt det anmälda innehållet men kunde inte upptäcka något brott mot Twitters regler (https://support.twitter.com/articles/18311) eller aktuella lagar. Därför har vi inte vidtagit några åtgärder nu.
Med vänliga hälsningar
Twitter"

Çend roj berê yekî di twîttê da ji min ra gotibû tu çima ”dijmiminatiya tevgera azadiyê dikî ?”

Min jî gotibû ev ne rast e, ”ez wek roniya herdu çavên xwe ji hemû ji gerîlla û ji pêşmergeyên Kurdistanê hez dikim û di hemû jiyana xwe da min ev hurmet û hezkirina xwe ya bêsînor tim daye xuyakirin.”

Li ser vê bersîva min, êrîşî Barzaniyan kir û hin gotinên ne xweş ji wan ra got. Min ew bloqe kir.

Îcar ez nizanim yê gilî kiriye ya jî yekî din e.

Axirê yekî ev twîtta min ya jor wek heqaret ya jî wek sûcekî dîtiye û giliyê min bi twîttê kirine, xwestine Twîteer hesabê min bigre.

Ez di medyaya sosyal da tu carî ne li kesî heqaretê dikim û ne jî dihêlim kes di malpera min da bike. Hemû rexneyên min îdeolojîk û siyasî ne, her tim termînolojiyeke siyasî bi kar tînim.

12 sal in di medyaya sosyal da dinivîsim, ev cara pêşî ye yek li min gilî dike û ji Twîtterê nameyeke wiha digrim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE