05 augusti 2019

Tiştmiştên di defterên kevn da


Gotinek heye, dibêjin cihûyê(yahûdiyê)bêpere dimîne defterên xwe yên kevn tevradike. 

Yê min jî bûye ev mesele. Çend roj berê min nivîsî, wê rojê di arşîva xwe da ez rastî gelek tiştan hatim, heta ji min were ezê hinên wan peyder pey biweşînim.


Ev 
çend misrayên ji du şiîrên Ahmet Arîf, min di destpêka 1981ê da kirine kurmancî. Min xwest hûn jî bixwînin.

Evîna te

Evîna te ez neterikandim
Birçî mam, tî mam
Xayin bû şeva tarî
Can xerîb, can bêdeng
Can kerî, kerî
Û destên min di kelemçê da
Bêtutûn, bêxew mam
Evîna te ez neterikandim

///Ahmet Arîf

Werger Zinarê Xamo
16-3-1981

Di hundur da

Haya te jê heye?
Haya te jê heye dîwarê kevirî?
Deriyê hesinî, paca kor
Balgiyê min, ranza min, zincîra min
Ya ku ji bo wê diçim mirinan û têm
Rismê xembarê di zûla min da
Haya te jê heye?
Serdanê min pîvazên hişin şandiye
Ji cixara min bîna qerenfîlan difûre
Bihar hetiye çiyayên welatê min.

///Ahmet Arîf

Werger: Zinarê Xamo
10-3-1981

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE