06 augusti 2019

Tirk dişibin pepûkê


Pepûk

Bi daxwaza "herêma ewle" hedefa Tirkiyê dagirkirina hemû Kurdistana rojava ye. 

Tirkiye ne tenê dixwaze hemû Kurdistana rojava wek Efrînê dagir bike, bi wê ra dixwaze hemû kurdan jî ji wir derxe û 3-4 milyon ereb û çeteyên Daîşê yên uygur û kafkasî yên nuha di bin destê Tirkiyê da ne li wir bi cî bike. 

Yanî him dagirkerî û him jî jenosîd.


Ji bo ku kurd li wir ji bin da nemînin kontrola hemû Kurdistana rojava dixwaze. 

Tirk li ku hebin miletên din tune dikin, tu carî mafê jiyanê nadin miletekî din, etnîsîteyeke din.


Li Tirkiye koka hemû qewm û milet û eqaliyetan qelandin, ne misilman, ne jî xiristiyan yek jî nehîştin.

Genê pepûkê bi tirkan ra heye, bêyî xwe mafê jiyanê nade tu qewmî, tu benderuhî.

Çêlika pepûkê çer ji hêkê dertê êrîşî çêlika çûka din dike û dikuje. 

Wek tê zanîn pepûk çûkeke çete û parazît e, hêlînê çê nake û çêlikên xwe jî xwedî nake. Hêkên xwe datîne hêlînên çûkên din, her hêlînekê hêkekê dixê. Carnan ji bo neyê fêmkirin hêkeke çêkê davêje.

Lê carnan jî pê ra nagihîne hêkê bavêje, hêka xwe datîne û dihere. 

Tiştê herî ecêb, çêlika pepûkê çer ji hêkê derdikeve tavilê êrîşî çêlikên din dike û wan dikuje. Bi piranî ew ji çêlikên din mezintir e.

Lê heger çêlik ji hêkê derneketibin hemû hêkan, yek bi yek davêje û ew tenê di hêlînê da dimîne. 

Yanî bêyî xwe mafê jiyanê nade kesî, ya dikuje ya jî ji hêlînê davêje jêr.

Tirk jî eynî wisa dikin, bêyî xwe mafê jiyanê nadin tu miletekî, tu etnîsîteyeke din, miheqeq ji ortê radike. 

Pepûk di hêlîna çûkên din da çi dike, tirkan jî li Tirkiyê eynî tişt kirine, hemû miletên din qir kirine, nuha jî dixwazin kurdan ji ortê rakin.

Hedefa wan li tu derê Kurdistan çê nebe, lê heger hat û li Îraqê çê bû, dibê biçûk û feqîr be û tenê li wir çê bibe. 

Kurdên Kurdistana rojava nemînin, hemûyan bi darê zorê bi çolan xin û yên Kurdistana bakur jî bikin tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE