23 augusti 2019

Tirk dibêjin ev dewlet ya tirkan tenê ye û dibê hûn kurd viya fam bikin


Tiştê tirk û siyasetmedarên wan îro ji me kurdan ra dibêjin ne nuh e, ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye dibêjin. Hinek vekirî û hinek jî sergirtî dibêjin.
 
Lê hemû dibêjin ev dewlet ya tirka ye û kurd tenê kanin wek bindestên tirkan û koleyan bijîn, wekî din tu mafekî kurdan tuneye.

Di salên 1930î da wezîrê edaletê Esat Mahmut Bozkurt(1892-1943) gotibû:


"Efendiyê wî welatî tenê tirk in. Kesên xalis muxlis ne ji nîjada tirk bin li vî welatî  tenê mafekî wan heye: ew jî xizmetkarî û koletî ye. Dost û dijmin, heta çiya jî dibê vê rastiyê wiha bizanibin."

Pantirkîstê tirk Nihal Atsiz (1905-1975) jî  dû ra eynî fikir dubare kir û wî jî wiha got:

"Me li van erdan xwîna xwe herikand û girt, me koka gurcuyan, ermeniyan, rûman qeland û girt. Loma jî berî ku serê miletê tirk têxin belayê û berî ku ew jî tune bibin, dibê bidin rê û ji vir herin.
Ewê herin ku?
Çavê wan ku derê dibîne, dilê wan ku derê dixwaze bira herin wir.
Bira herin Îranê, Pakîstanê, Hindistanê, bira herin ba Barzanî.
Bira herin miracaetî Neteweyên Yekbûyî (NY)bikin û ji xwe ra li Afrîkayê ciyekî bixwazin.
Nîjada tirk zêde bi sebir e, lê belê gava hêrs bibe wek şêran kes nikane li hember bisekine, heger bawer nakin, bira ji birayên(hemnîjadên) xwe yên ermenî bipirsin û fêr bibin, belkî bi vî hawî aqilê wan were serê wan..."

Serokê MHPê û mitefikê Erdogan Devlet Bahçelî jî, li ser qeyûmtayinkirina ser belediya Wanê, Mêrdînê û Diyarbekrê fikrên jor dubare kiriye û gotiye:

”Îdareya belediyên  Diyarbekrê, Mêrdînê, Wanê di bin kontrola miletê tirk yê xwediyê mafê hukimraniyê da ye.”

Yanî mêrik pir vekirî gotiye, Li Tirkiyê miletê tirk bi tenê xwedîyê dewletê û mafê hukimraniyê ye. 

Ji bo wê îdarekirina belediyan jî ne heqê kurdan, heqê tirka ye û bi tayinkirina qeyûmên ser hersê belediyan jî me ev maf ji kurdan girt û da tirkan. 

Kurdê viya wiha fam neke ya kêmaqli e, ya jî bi zanetî xwe li nezaniyê datîne û dixwaze wek bindetê tirkan bimîne.

Heta em nebin xwedî dewlet, xwedî desthilateke qanûnî halê me ewê tim ev hal be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE