31 augusti 2019

Têra me herduyan dike



Xort çer çav li keçika pir bedew ket, hişê wî ji serî çû, dilê wî ketê û teklîfa zewacê lê kir.
Keçikê got:
-Lê belê ez ji te hez nakim.
Xort qet xwe nexeyidand û got:

-Tişt nabe, eşqa min(evîna min)têra me herduyan jî dike.


Her tiştî cot dibîne
Mêrik çû ser tuxtorê çava û bi heyecan jê ra got:
-Tuxtor beg, êdî ez her tiştî cot dibînim. Ez ketime bextê te tiştekî bike, min ji vî ezabî xelas ke.
Tuxtor got:
-Meraq meke, emê hel bikin. Ji kerema xwe li ser vê kursiyê rûne, ezê çavê te miayene bikim.
-Mêrik got:
-Kîjan kursîyê?

Paşgotinî
Du dînan sohbet dikirin. Yekî ji yekî ra got:
-Xelk pir paşgotiniya min dike, êdî ez hew kanim tehamul bikim. Ji nuha û pê da ezê guhê xwe ji hemû paşgotiniyên fêsad û gelacan ra bigrim.
Hevalê wî got:
-Ê wê demê gava yek ban te ke tu yê çawa bibihîzî?

Kerê bireviya
Xoce Nesredîn kerê wî yê meşûr li ber ji bajêr vedigeriya gund. Gava di ber rezekî ra derbas dibû dilê wî bijiya tirî û fêkî. Nikanîbû bi nefsa xwe, bi kerê xwe ra ket nav rez û kişiya ber tirî, hejîr û sêvan. Hejîr û sêvên destê wî nedigihîştê, hildikişiya ser kerê û jê dikir. Wî û kerê zikê xwe baş têr kirin û tam dikira derketa xwediyê rez hat. Mêrik berê çend ço li kerê xist û dû ra dor hat Xoce, ew jî baş nerm kir. Piştî xwediyê rez sakîn bû Xoce got:
-Lêxistinê hey te li me xist, lê ez dixwazim tiştekî ji te bipirsim.
Xwediyê rez got:
-Bibêje, ka tu yê çi bipirsî…
-Min meraq kir, çima te berê ne li min, lê li kerê min xist.
Mêrik got:
-Min berê li te xista kerê bireviya lema..

Sirê dewletê
Yekî wê şevê pir vexwaribû, pir serxweş bûbû û bi kuçan ketibû û ji serokê wî welatî ra gotinên nemayî dikir, digot ”serok gay e, dibê meriv cot pê bike…”
Pûlisan tavilê ew girtin, tewqîf kirin. Derxistin mahkimê, hakim cezayê îdamê dayê. Mêrik bi vê biryara mahkimê matmayî ma, got:
-Ka li vî welatî azadî, demokrasî hebû, her kesî kanîbû fikrê xwe bigota?
Hakim got:
-Sûcê te ne heqareta li serok e, te sirê dewletê îfşa kiriye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE