09 augusti 2019

Rûdaw şaşiyê dike û zirarê dide xwe


Kanala Rûdawê her cara li Kurdistanê di nabêna kurdan û Tirkiyê da tiştek diqewime li ku derê tirkekî faşîst û neyarê kurdan hebe dihere bi wî dişêwire, fikrê wî, wan dipirse. Tu dibêjî belkî li Tirkiyê bêyî wan çend faşîst û neyarên kurdan kesên din tunene, here were ew çend faşîst û neyarên qewmê kurd tenê hene, her tim fikrên wan digrin. 


Û ew jî nasyonalîstên tirk in, merivên dewleta xwe û neyarên kurdan in, lema jî tim Tirkiyê diparêzin û kurdan neheq nîşan didin. 

Kanala telewîzyoneke tirk dinya jî xera bibe, li dinyayê pispor jî nemîne li ser Kurdistana rojava naçe bi akademîsyen û pisporekî kurd, bi dilsozekî PYDê naşêwire, jê aqil nagire.

Lê Rûdaw dike, di şêwra dijminên kurdan da tu şaşiyê nabîne. Lê dibê neyê jibîrkirin dijmin tu carî rêya rast bi ber meriv naxe. 

Jamal Kazemi Apê Zinar te xweş nivîsandî ye hindî Erdoxan ser ekrana Rûdawê di herike
Kesên din tunene!!!!!!! Bibe rikberê wî

Bawer Agiri Mixabin ji ber sîyaseta PKKê ya tirkîyekirinê gelek kurdpwerwer û zimanhez û serxwebûnxwazên kurd ji PKKê qut bûn devlî Rûdawê bûn. Hemû kîn û nefreta xwe ne li dijî dijminê xwînxwar lê li dijî PKKê xerc dikin. Loma jî tim şaşîyan dikin. Ji wan wetrê wisa bikingel dê ji wan ra çepikan lê bidin. Bi rastî çend kanalên başûr henekê xwe bi me dikin û pir eyb dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE