06 augusti 2019

Nimêja sibê



Diya Gulçînê yeka hinekî di nêmêj û niyaza xwe da bû û dixwest keça wê Gulçîn jî wek wê nimêjkar be. 

Lema Her sibe bi berbangê ra Gulçîna feqîr ji xewa şîrîn şiyar dikir, digot rabe du rikat nimêja xwe bike. Rojekê dîsa Gulçîn ji xew şiyar kir û got:


-Delala diya xwe, rabe du rikat nimêja xwe bike, wexta roj hilê…

Gulçîn xew li ser çavan, ji xewa sibê ya şîrîn hol bû û bi hêrs got:

-Weleh ez nikanim her sibe ji bo du rikatan xewa xwe biherimînim…



Erê ez kurd im

Yekî tirk di otobozê da ji yê li kêleka xwe rûniştî pirsî:

-Keko ma tu kurd î?

Mêrik got na ez ne kurd im.

Bîstek derbas bû, dîsa pirsî. Mêrik dîsa got na ez ne kurd im.

Bi vî hawî çend caran pirsa xwe dubare kir. Mêrik hêrs bû, got:

-Erê ez kurd im, tu çi dixwazî?

Yê tirk pel pel lê nêrî û got:

-Weleh min qet neşiband kurdan…

Hêkên helal
Jineke êzdî ya gundî li bazarê çend hêk danîbûn ber xwe û difrot. Yekî misilman çû li ber jinika êzdî rawestiya û got:

-Kirîbê, ma hêkên te helal in?

Jinikê got:

-Hey kêmaqil, ma hêkên helal û heram hene, ma kirîbê hêk kirine?

Formulärets överkant

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE