25 augusti 2019

Namûs !



Namûs cewhereke beşerî ya nayê xuyakirin e. Bi her kesî ra bi qasî hev tuneye. Bi hinekan ra hindik heye, bi hinekan ra pir heye û bi hinekan ra jî derhemk jî tuneye.

Gelekê caran hin kesên ji namûsê bêpar in wek merivên bi namûs xuya dikin, xwe wer nîşan didin.

Lê hinek jî hene bênamûsiya xwe qet venaşêrin, pir eşkere û him jî bi serbilindî, didin der, diparêzin.

Do di medyaya sosyal da min vîdeoyeke TRTkurdî ya çend dengbêjên mûşî dît. Kilam davêtin ser Erdogan, pesnê wî didan, ew bi asîmanan dixistin, şiîr li ser dixwendin, kilam li ser digotion. 

Ji bo leşkerên tirk li Efrînê, li Kurdistana rojava bi ser kevin û qira wan kafirên wir bînin ji wan ra dua dikirin. D.îmenekî dûrî aqilan bû.

Di jiyana xwe da min tu tiştekî ji vê vîdeyoyê rezîltir, bênamûstir nedîtiye. Ji do da ye ez di binê tesîra gotinên wan mûşiyan da me. 

Meriv hewqasî jî nabe neyarê qewmê xwe, hewqasî jî bênamûs û xayin nabe. Û gava bû jî hewqasî vekirî nabêje, lê wan dengbêjên mûşî digotin. Dixwestin leşkerên tirk qira kurdên rojava bînin û hemû Kurdistana rojava dagir bikin...

XXX
Xortanî û kalî
Di xortaniyê da roj kin in, sal dirêj in, lê gava meriv kal û pîr dibe, îcar bêxwediyên rojan dirêj dibin û sal jî kin dibin.

Îsal bi min wek hefteyekê zû derbas bû. Serê salê hîn do bû, lê wa ye meha heyştan jî dike biqede û sê mehên din ezê saleke din jî kal bibim. 

Bawer bikin sal wek trêna almanî ya ”schnellzug”, trêna lezgîn tên û diçin; hew dibînim sal qediya jî…
Bi vê trênê ezê zû bigihîjim hêniya xwe…

 XXX
Tu nêzî beroşê bibî ewê teniya wê di te bigere, tu nêzî xeraban bibî ewê bela wan di te bigre.

Lê carnan meriv ji belayê direve jî bela tê meriv dibîne, dibe mukir û dikeve deriyê meriv.

Ji do da ye belayek li ber deriyê HDPa Diyarbekrê rûniştibû û digot ez bela me û ji ber deriyê we ranabim... 

Axirê HDP îro bi silametî ji vê teniya bi don, ji vê qîrê, ji vê bela mezin xelas bû.

XXX
Yê dilê wî û gotina wî ne yek be sed zimanên wî hebin jî ew dîsa jî bêziman e.
///Mewlane

Hin kes hene dilê wan tiştekî dibêje, devê wan tiştekî din. Dema tu pê ra dipeyivî ne ya dilê xwe, ya dilê te xweş bike dibêje. Yanî li gorî şexsan şerbetê belav dikin.
Ev jî tiştekî nexweş e, dibê meriv bi xwe ra samîmî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE