05 augusti 2019

Min heta nuha baranek wiha nedîtibû


Îro barana dinyayê li çoleke Xwedê saetekê bi ser min û xanimê da barî. 

Te digot belkî asîman qelişiye, bi kûzan baran ji asîmanan bi ser me da dihat xwar. 

Baraneke hewqasî bi zirp û him jî herî kêm saetekê dom kir, qet nayê bîra min.


Gava em saet li dora 14.30î ji mal derketin roj hebû û hewa pir xweş bû û li asîmanan ewrê baranê jî xuya nedikir. Me got diya xweş e, emê herin bîstek ji xwe ra bigerin. 

Lê belê hesabê mal û derve li hev dernekt, em bi halekî pir xerab vegeriyan mal.

Lê piştî ku em 3-4 km ji mal dûr ketin, ewrên reş û tarî li ser serê me kom bûn û baranê dayê. 

Li ser riya me çend dar hebûn lê ji me ra nebûn star, me dît baran nasekine, her ku diçe zêde dibe. 

Û wext jî êdî danê êvarê bû. 

Lema ji mecbûrî me berê xwe da malê. Li her derê aşît rabû.

Heta em gihîştim mal, em şil û pil bûn, bûbûn wek meriv bi kincan ajnê bike.

Lê macare xweş e. 

Meriv carnan şil bibe xweş e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE