18 augusti 2019

Min hejîrên salê îro tahm kir



Xwarina hejîrên salê îro bû qismet û nesîbê min. Min îsal hîn hejîr nexwaribû. Îro min tam sê heb xwarin û yek jî da xanimê...

Ji fêkî herî bêtir ez ji hejîran pir hez dikim. Û ji şansê min ra ew jî li Swêd tuneye û gava tînin jî bi piranî kerrik in. Yanî hejîrên reş û zer yên wek lepan naynin.


Yên îro min kirî erê biçûk bûn, lê belê tahma wan xweş bû. Bazara herêma me di destê yekî kurd da ye, ew carnan tîne. Hêvî dikim hejîrên baş bîne.

Ez û xanim îro çûn li Stockholmê bîstekê geriyan. Me got ji mal derkevin û bîstekê ji xwe ra bigerin. 

Em çûn aşxanê, me navroja xwe xwar û li dora 3-4 saetan jî li nava bajêr geriyan.

Di vegerê da min ev pakêta hejîran ji bo ceribandinê kirî, tahm ne xerab bû, ya muhîm min tahm kir.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE