16 augusti 2019

Li ser Betlîsê û tarîxa kurdan kitêbeke pir hêja



Baran Zeydanlioglu 11 roj berê, di 5ê mehê da kitêba xwe ” Seyyahların Anlatımlarıyla BİTLİS ve AHALİSİ” ji min ra şandibû, kitêb îro gihîşt destê min. 

Tiştekî pir anormal e. 

Di normalê da posta nava Swêd roja din ya jî roja duduyan digihîje destê xwediyê xwe. 

Lê ya min tam 11 rojan ajot, roja 11a gihîşt destê min.

Lê Xwedê kir hat, ma nehata minê çi bikira?


Swêd êdî ne Swêda berê ya deqîq, ya her tiştê wê bi dûzan e û tekûz e. Swêd êdî hêdî, hêdî dişibe welatekî Afrîqa û misilman. 

Erê 11 roj ajot, lê baş e dîsa hat, kanîbû tew nehata, wenda biba. Çimkî li posta Swêd derengmayin û wendabûna pakêt û nameyan êdî ne tiştekî ecêb û îstîsna ye, pir diqewime.

Belkî yê posta herêma me, taxa me belav dike yekî xwendin û nivîsandina wî jî tuneye, ya jî nizana nivîsa latînî bixwîne, lema edresa min ancax di 11 rojan da dît...


Neyse, ez ji mijarê dûr ketim, ji dêlî ez qala kitêbê bikim, min çû qala çi kir…

Wek ji navê kitêbê jî tê fêmkirin, kitêb werger û xebateke Baran Zeydanlioglu ya li ser çavdêrî, bîranîn û nameyên mîsyoner û seyahên rojavayî û rojhilatî yên hatine Kurdistanê û riya wan bi Betlîsê ketine. 

Ev name, bîranîn û çavdêriyên hin mîsyoner û gerokan, Baran Zeydanlioglu ji çend zimanan wergerandine û hin berhem û bîranîn jî wî bi xwe dane nasandin, li ser wan nivîsîye.

Ne hemû bin jî lê piraniya werger û nivîsên kitêbê min berê xwendine û li ser çend heban jî min nivîsîye.

Lema jî ez kanim bibêjim ” Seyyahların Anlatımlarıyla BİTLİS ve AHALİSİ”, li ser Betlîsê û Kurdistanê û tarîxa kurdan û ji bo kesên lêkolîner û hezkirên tarîxê berhemeke pir hêja û çavkaniyeke bêhempa ye.

Ji bo hezkiriyên Betlîsê û tarîxa kurd û Kurdistanê ev berhem çavkaniyeke pir muhîm e. Li ser Betlîsê û tarîxa kurdan û Kurdistanê gelek tiştî cara pêşî meriv di vê berhemê da dibîne. Li ser demografiya hin bajaran, nufûsa  tirkan, êrmeniyan û xeyrî mislimên din gelek agahiyên hêja hene û vana ji bo me hemû belgeyên tarîxî ne. 

Baran Zeydanlioglu ji çend zimanan gelek nivîs û belgeyên ji bo tarîxa Betlîsê, Kurdistanê û kurdan di vê kitêbê da anîne ba hev. 

Bi vê yekê Baran Zeydanlioglu ji tarîxzan û hezkiriyên tarîxê ra ximezmeteke mezin kiriye. 

Çimkî li ser Betlîsê û kurdistanê ji çend zimanan gelek nivîsên pir hêja di kitêbekê da anîne ba hev. Ev yek karê tarîxzan û lêkolîneran hêsan dike. 

Kitêb bi tirkî ye, wî kanîbûye bi tirkî binivîse, dibê rojekê yek jî vê berhema hêja wergerîne kurmancî.

Kitêb 346 rûpel e û ji alî weşanxaneya DARA ve hatiye weşandin.


Nivîsên kitêbê 25 werger in û 27 jî nivîsên berhevkirî û meqaleyên nivîskar bi xwe ne.

30-40 sal berê kesê me yê ziman zanîbûn hema, hema tunebûn. Lê nuha li Ewrûpayê bi hezaran keç û xortên me yên bi çend zimanan zanin hene. Baran Zeydanlioglu yek ji wan xortên bi xîret e. Hêvî dikim kesên wek Baran Zeydanlioglu zêde bibin.

Ji bo vê berhema hêja ez Baran Zeydanlioglu ji dil û can pîroz dikim û hêvî dikim gelek berhemên wiha li kitêbxaneya kurdî zêde bike.  



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE