31 augusti 2019

Kurdê ne kemalîst be rismê Ataturk wek diyarî qebûl nake



Serokê belediya Stenbolê Ekrem Îmamoglu, îro gava diçû Batmanê nîkehekê, begefendî nefsbiçûkiyek mezin kiriye û riya xwe bi Diyarbekrê jî xistiye û li Diyarbekrê bi serokê belediya Diyarbekrê Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û berpirsiyarên HDPê ra jî hevdîtinek kiriye.


HDPyiyan qedir û qîmeteke pir mezin dane Îmamoglu, fena ku serokekî kurd be ew dane ser serê xwe. 

Û sosireta herî mezin jî Ekrem Îmamoglu rismekî Ataturk diyarî berpirsên HDPê kiriye. Û wan jî bi kêfxweşî ev risim qebûl kirine.

Ji ber ku Ekrem Îmamoglu zana berpirsiyarên HDPê ne tu zilam in, dev ji kurdayetiyê berdane û teslîmî tirkîtiyê û kemalîzmê bûne, lema jî mêrik cesret kiriye vê bêedebiyê bike, rismê dagirkerê Kurdistanê û berpirsiyarê herî mezin yê îdama Şêx Seîd û Seyid Riza û qetla bi hezaran kurdî bide wan.

Bi vê diyariya xwe Ekrem Îmamoglu nîşan da tur ferqa wî ji Erdogan û tu ferqa CHPê ji AKPê tuneye, herdu serî jî bi qasî hev dagirker in û neyarên miletê kurd in.

Meriv ne neyarekî irqçî yê kurdan be, rismê Ataturk diyarî siyasetmedarên kurd nake. Ev di eynî wextê da şêleke bêedeb û çavsorî ye jî...

Heqareteke ji viya mezintir li kurdan nabe, mêrik gotiye hûn mecbûr in ji celadê xwe hez bikin, fermo rismê wî bi darda kin.

Kurdê rismê Ataturk ji destê tirkekî wek diyarî bigre merivekî bêxîret e, koletiya tirkan qebûl kiriye. Meriv ne mecbûr e heqareteke wiha qebûl bike, kane red bike.

Heger piçek kurdperwerî û xîret bi heyeta HDPê û kesên bi Ekrem Îmamoglu ra nûniştin hebûya ewê ew rism negirtana û bigotana tu ferqeke te ji irqçî û faşîstên tirk tuneye.

Lê berpirsiyarên HDPê tu carî tiştekî wiha nabêjin û em çi bikin jî em nikanin berpirsiyarên HDPê ji kemalîzmî dûr xin û bikin kurd. 

HDP ne partiyeke kurd e û lema jî siyaseteke kurdî û Kurdistanî nake. Kurd belasebeb kedê didin HDPê, ji kurdan ra partiyek kurd lazim e. 

Kurdên kemalîzmê qebûl nakin, kurdên Ataturk wek mezinê xwe qebûl nakin dibê êdî dev ji HDPê berdin û ji xwe ra li riyeke din bigerin.



XXX

Îbrahîm Xelîl Baran dîsa wecîzek, aforîzmeyek tarîxî kerem kiriye, gotiye: 

”Ma kesek kane tabloyeke Hîtler diyarî yekî yahûdî bike?”

Bêguman tiştekî wiha ne mimkûn e. Çimkî her keszane yê yahûdî ewê wê tabloyê di serê wî kesî da perçe bike. Heger di serê wî da perçe neke jî ewê bersîveke xweş bidê.

Tirkek nikane rismê Ataturk diyarî êrmeniyekî jî bike, tu carî cesaretî tiştekî wiha nake. Çimkî ew zane yê êrmenî ya ewê rismê wî di serê wî da bişkîne ya jî wî rezîl bike.

Erebek jî nikane rismekî Seddam Husên diyarî kurdên başûr bike.

Lê belê ji ber ku PKKê û HDPê kurd wek leymûnê givaştine, ruhê kurdayetiyê bi kurdan ra nehîştine, lema jî Ekrem Îmamoglu cesaret dike rismê Ataturk diyarî serokên HDPê bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE