18 augusti 2019

Kurdê bixwaze Amerîka ji Sûriyê derkeve zilamê Tirkiyê û Daîşê ye


Îslamiyên faris, ereb û tirkan hêzên herî nasyonalîst in, ji bo kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe ji her kesî bêtir neyartiya me dikin, serê me jê dikin.

Lê îslamîsyên me ji şansê me yê qahp ra heval û şûrkêşên hêzên dagirker û neyarên kurdan e, ji dêlî ew jî wek îslamîyên faris, ereb û tirkan ji welatê xwe ra bixebitin, ketine xizmeta neyarên xwe, piştgiriyê didin hêzên welatê wan dagir kirine û ew kirine bindest.


Alîkarê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu gotiye, "herêma ewle herêma Amerîka lê tunebe." 

Mêrik wek berdevkê Tirkiyê peyivîye dixwaze Amerîka li Kurdistana rojava alîkariya kurdan neke, ji wir vekişe, ji bo ku Tirkiye wira jî wek Efrînê dagir bike, ji bo ku tirk û çeteyên îslamî bi kêfa dilê xwe kurdan bikujin, talan bikin û bi çol û çepelan xin. 

Îro di nava kurdan da kesên, hêzên herî bêtir bûne zilamên dewleta tirk û dostên neyarên kurdan Huda-Par e û hêzên îslamî ne. 

Yapicioglu baş zane heger ne şemsiya Amerîkayê bûya Tirkiyê ji zû da hemû Kurdistana rojava wek Efrînê dagir kiribû û bi milyonan kurd bi çolan xistibûn. Bi dijminatiya Amerîkayê Yapicioglu viya dixwaze.

Kurdê bixwaze Amerîka ji Sûriyê û ji Kurdistana rojva derkve û dibê "di herêma ewle da Amerîka tunebe" zilamê tirkiyê û Daîşê ye û dixwaze kurd wek berê bindest bimînin.

XXX
Gava meriv ji yekî hez nake tenê kêmasî û çewtiyên wî dibîne û tim qala wan dike, tim û daîm wan kêmasî çewtiyan li di dû hev rêz dike.

Û gava ji yekî hez dike jî tenê başiyên wî dibîne û qala wan dike, kêmsî û şaşiyên wî qet nabîne û nabêje.
Ev jî ne rast e, dibê meriv objektîf be, ne heqê kesî bixwe û ne jî neheqiyê li kesî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE