18 augusti 2019

Kesî kes mecbûrî axaftina tirkî nekiriye



Dibê em xwar rûnin û rast bipeyivin, kes kesî mecbûrî axaftin û nivîsandina tirkî nake.

Kes li ser emir û fermana dewletê û partiyan bi zarokên xwe ra bi tirkî napeyive.

Erê tesîra zora dewletê û korfahmiya hêzên siyasî heye, lê belê însanan ne ji ber van sedeman dev ji kurdî berdane û bi tirkî dipeyivun.


Îradeya însên jî heye, her kes zane çi dike, çi nake, çi baş e, çi xerab e. Lema jî dibê kes sûcê xwe neke hustiyê hinên din, sûc û berpirsiyariya dê û bavan û malbatan ji ya dewletê û partiyan pirtir e.

Yê ji tirkî hez dikin, yên dixwwzin ji kurdî xelas bibin, yên dixwazin zarokên wan kurdî nizanibin bi zarokên xwe bi kurdî napeyivin. 

Yanî li meydanê tercîhek heye, kî çi dixwaze wiya dike û wî zimanî fêrî zarokên xwe dike.

Tesîra sebebên din çi bin jî, sebebê esasî sûcê dû û bava ye, yê dixwaze bi kurdî dipeyive û yê naxwaze napeyive û fêrî zarokjên xwe jî nake.

Dewletê û partiyan axaftina kurdî li malê li kesî yasax nekiriye, nivîsandina kurdî li kesî yasax nekiriye. Kî ji kîjan zimanî hez dike bi wî zimanî dipeyive û dinivîse.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE