14 augusti 2019

Kes nabêje dewê min tirş e



Yê herî neheq jî, siyasetmedarê siyaseta wî herî şaş jî, kesê di himêza dijminê xwe da rûniştiye jî, kesê rahîştiye tivinga neyar jî, yê bi şev û bi roj di telewîzyonan da abûqatiye hêzên dagirker dike jî nabêje ez neheq im, ez li ser rîyeke şaş im.

Lê xelk dibîne kî çi ye, çi dike û hevalê kê ye...

Îro  şert hinekî xerab in kes nikane dengê xwe bike, xelk bêdeng bûye, lê rojek ewê were yên îro xwe difroşin ewê nikanibin derkevin nava milet.

XXX
Ev 17 sal in tirk çandiniyeke pir xerab dikin, mahsûla nuha digrin jî pir xerab e. Meriv çi biçine ewê wê biçîne, çi têxe beroşê ewê wê bibe ser sifrê.

Îslamî li her welatê lê hatine ser hukim û lê xurt bûne, bi xwe ra felaket anîne, ew welat wêran kirine.Tirkiye jî yek ji wan e.
Wek dibêjin erê rez berê jî ne tu rez bû, terezê lêxist ji bin da tengezar bû. 

Yê tirkan jî bûye ev mesele. Tirkiye berê jî ne tu welat û ne tu civat bû, lê îslamiyan tew bi carê da herimandin, nuha bûye cahnimeyeke rastîn. 

Welatekî wiha tunebûya dinya ewê baştir û xweştir bûya. Me kurdan û hemû miletên herêmê ewê rehet bikirana, jiyaneka rehettir bijiyana..


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE