10 augusti 2019

Keç û jin çima ji tirkî pir hez dikin ?


Li gorî 30-40 sal berê kurd pirtir û zûtir asîmîle dibin û her kes jî êdî vê rastiyê qebûl dike.

Di warê asîmîlebûnê û axaftina tirkî da da gurûba, katagoriya herî bêtêr gazin jê tê kirin keç û jin in. 

Hema hema her kes dibêje li gorî lawikan, keçik bêtir asîmîle bûne, ew ji lawikan bêtir bi tirkî dipeyivin.

Hindik be jî lawik dîsa bi hev ra bi kurdî dipeyivin, lê keçik bi hev ra bi kurdî napeyivin û naxwazin bipeyivin.

Min ev yek ji devê gelek kesan bihîstiye û xwendiye.

Çavdêriyên gelek kesan jî vê îdîayê teyid dike.

Di medyaya sosyal da jî meriv vê ferqa di nabêna keçik û lawikan da dibîne, lawik ji keçikikan bêtir bi kurdî dinivîsin.

Di nava keçikan da jî keçikên zaza ji yên kurmanc bêtir asîmîle bûne. Hindik bin jî keçikên bi kurmancî dinivîsin dîsa hene, lê yên bi zazakî dinivîsin hema, hema tunene, heger hebin jî çend hebin.

Yanî bi qasî ez dibînim keçên zaza ji keçên kurmanc bêtir kêfa wan ji tirkî rat ê, bêtir asîmîlasyon qebûl kirine.

Di malpera Rûdawê da vîdeoya daweteke kurdên şêxbizinîyên Anadoliya Navîn heye. Navê gund Sindiran e.

Dawet eynî wek dawetên kurdên Kurdistanê ye, urf û adet eynî ye. Xwarin tê dayin û li ber def û zurnê govendê digerînin. 

Di vîdeoyê da tiştekî bala min kişand.

Li gund kal û pîr, xort bi kurdî zanin û çend kes bi muxabirê Rûdawê ra bi kurdî dipeyin. 

Zava jî bi kurdî dipeyive û hestên xwe bi devoka xwe ya şêxbizinî tîne zimên. Kurdiya wî mikemel e.

Lê bûk bi kurdî napeyive, bi tirkî bersîvê dide. 

Ya bi kurdî nizane, ya jî zane lê naxwaze bi kurdî bipeyive.

Sebeb kîjan be jî pir xerab e. 

Ev numûne jî nîşan dide îdîa û çavdêriyên keçik bi kurdî napeyivin, naxwazin bipeyivin, li gorî lawikan bêtir asîmîle bûne rast e. 

Yanî kes bêbextiyê û buhtanan li keçikan û jinan nake, ew teslîmî tirkî bûne.

Baş e li hemberî vê rewşê dibê meriv çi bike?

Yek, dibê meriv vê rewşê aktuel bike, li ser bipeyive, civîn û konferansan çêke û li wan guhdarî bike.

Keç û jinên bi kurdî (kurmanc, zazakî)î zanin dibê di vî warî da pêşengiyê bikin. 

Ya din dibê meriv bi keçikên bi kurdî zanin ra tu carî bi tirkî nepeyive û bi tirkî bersîvê nede mesaj, twîtt û e-mailên wan.

Û pêşniyara min a dawî jî dibê xort bi keçikên bi kurdî nizanin, kurdî napeyivin ra NEZEWICIN. 

Bêguman keç jî dibê bi xortên kurdî nizanin ra nezewicin.

Ez zanim ev pêşniyareke pir radîkal û ekstrem e, lê wekî din jî çare tuneye. 

Gava xortek bi keçikeka naxwaze bi kurdî bipeyive ra bizewice him xortê li mala xwe mecbûrî axaftina tirkî bibe û him jî zarokên wan ewê asîmîle bibin. 

Lema jî yê dixwaze zarokên wî bi kurdî(zazakî, kurmancî)mezin bibin dibê bi keçeke bi kurdî zane û bi kurdî dipeyive ra bizewice. 

Keça bixwaze bi xortekî kurd ra bizewice dibê bi kurdî bipeyive. 

Ez viya ji bo xortan jî dibêjim. 

Ev dîtina min ne nuh e, ev 30 sal in ez viya dibêjim û diparêzim.

Di parastina zimanê me da rola pîrekan(jinan) esas bû, bi saya jinan, dayikan zimanê me heta parastin, ji bo ku ew bi zarokên xwe ra bi kurdî peyivîn kurdî nemir û hat gihîşt roja îro. 

Wer xuya dike kurdî ewê bi destê jinan jî bimre.

Wek min got, kurdî bi xêra jinan heta nuha ma, nuha jî ewê bi destê wan bimre. Asîmîlasyona bi destê keçan û jinan dibe ji ya dewletê gelkî xerabtir e. 

Ji ber wê jî dibê meriv mesela keç û jinan ya axaftina bi tirkî pir cidî bigre û bi keçên kurdînizan ra nezewice.

Kurdên AnatolyayaNavîn tevî asîmilasyonê karînê çanda xwe biparêzin


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE