22 augusti 2019

Ji bo çi Erdogan li hemberî kurdan hewqasî êrîşkar û bêperwa hereket dike


Ji bo çi Erdogan li hemberî miletê kurd hewqasî êrîşkar, bêperwa, bêhurmet, zorba û qanûnnenas hereket dike?

Tiştê ez fêm dikim Erdogan êdî bi riyeke demokratîk ne li pey rayên kurda ye, ji kurdan hêviya ray mayan nake. Erdogan dibêje kurd rayên xwe bidin kê jî ezê bi darê zorê, bi riya qeyûman ji wan bistînim, ezê rayên wan netê hesab bikim... 


Lema jî hesabê rayên kurdan nake, rayên kurdan tune hesab dike. Yanî kurdan reşîd, balix, xwedî ray qebûl nake, dibêje rayên kurdan netê ye, nayê hesêb. Gava kurd rayên xwe nedin min, ez qebûl nakim, qeyûman tayin bikim.

Ji bo wê jî êdî qet hesabê ray û piştgiriya kurdna nake, bi hovane diçe ser xelkê siwîl.

Ez dibêjim Erdogan, çimkî li Tirkiyê êdî ne rast e meriv qala îktîdara AKPê û hebûna meclîsê û wezîran bike. Ji ber ku li Tirkiyê ne hukûmet heye û ne jî meclîs û wezîr hene, tenê şexsek heye û ew jî Erdogan e, ew tenê Tirkiyê îdare dike.

Tiştê ez dibînim rewşa Tirkiyê ya îro ev e û dibê em jî li gorî vê rewşê û van şertan hereket bikin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin.
 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE