28 augusti 2019

Îro em çi bikin ji bo me baş e?


Gelo em kurd îro çi bikin, kîjan xebatê bikin ji me ra hîn baştir û bi fêdetire ?

Ex dibêjim baştir e meriv giraniyê bide zimanê xwe, yanî kurdî bi pêş xe, fêr bibe û bide fêrkirin.

Îro roj gava meriv bixwaze her kurd kane dev ji twîttên bi tirkî berde û bi kurdî binivîse. 

Her kurd heger bixwaze kane vê micadelê li hemberî tirkan bide. Îro ev micadele ji hemû şiklên xebat û micadeleyên din, ji şer jî bi fêdetir e. Dibê em kurdîtiyê, nasyonalîzmê xurt bikin.


Û ev jî bi xwedîderketina li zimên dibe. Dibê em siyasetê bi zimanê xwe û ji bo xwe bikin. Her tiştî kurdî û Kurdistaniyê bi pêş xin. Dev ji partiyên tirkan û Tirkiyeyê berdin, partiyên kurdî ava bikin û di partiyên kurdî da bi kurdî siyasetê bikin. Bi kurdî binivîsin û bipeyivin.

XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan, li Mûşê di pîrozbahiya 948 saliya Şerê Melazgirê da gotiye ”Wek ez her tim dibêjim, medenîyeta me medenîyeteke fethê ye...” 

Feth, yanî dagirkirina erd û welatên xelkê.

Mêrik rast gotiye, bi rastî jî medenîyeta tirkan tenê talan û dagirkirin e, bêyî talan û dagirkirinê tiştekî baş nexuliqandine, tim li talanên xelkê xistine û dagir kirine. 

Û wa ye înkar jî nakin, îtîraf dikin, dibêjin medenîyeta me dagirkirin e.

Siyasetmedarekî medenî, siyasetmedarekî xwe bizanibe bi dagirkeriyê îftîxar nake û nabêje medenîyeta me dagirkirin e.

Lê her erdê meriv dagir dike ji meriv ra namîne, dewletên hezar sal umir kirin hilweşiyan, yê we hîn here were umrê dewleta we sad sal e…

XXX
Ez pir dixwazim her tim qala xeberên ne xweş, yên reşbîn nekim, gav û saetê qala zulma li me dibe nekim. 

Meriv kezebreşî û merezarî dibe.

Dixwazim carnan jî qala xeberên xweş, yên kêfa meriv tîne bikim.

Lê bala xwe diditm kîjan malperê û kîjan twîtt û nivîsa kurdan dixwînim rastî xebereke xweş nayêm, hemû jî dilê meriv reş dikin.

Lema jî min ji xwe ra got Zinar, vê derengê şevê dev ji nivîs mivîsan berde û ji xwe ra li muzîkê guhdarî bike. 

Ez nuha li Tara Mamedova xanimê guhdarî dikim. Hûn jî wek min bikin û ji xwe ra li muzîkî guhdarî bikin.
2019-08-27
saet 23.30

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE