03 augusti 2019

Îro di arşîva xwe da rastî gelek tiştên muhîm hatim


Îro ji acizî ez dageriyam embara(mezxena)me û min çend dosye û klasorên arşîva xwe tevrada.
 
Min bala xwe dayê bi sedan nivîs, name, risim û gelek tiştên din di arşîva min da hene. 

Notên şexsî, nivîs, şiîr, werger, heyranok, gotinên pêşiyan, nameyên dost û hevalan û yên malbatî ne. Hinek jî nameyên di dema rojnameya Armancê da ji min ra û ji Armancê ra hatine şandin û min jî bersîvên wan daye.


Bi kurtî bi sedan, belkî jî hezaran nivîs, name û gelek tiştên muhîm û tarîxî ne.

Hemû jî yên nabêna salên 1980-2000î ne. 

Gelekên wan min ji bîr kiribû, lê îro rastî wan hatim. Lê min hîn bala xwe nedaye hemûyan.

Di rojên pêş da ezê hin nameyên di destpêka 1980î da ji min ra hatine şandin û min jî bersîv daye wan di bloga xwe da biweşînim. 

Ji van nemeyan çend hebên wan yên min û dostê minê hêja mamoste Celîlê Celîl in, me ji hev ra şandine. Ezê hewil bidim berê wan biweşînim.

Ew name heta nuha li tu derê nehatine weşandin.

Ji xezîneya îro bi ser ve bûm rastî du şiîrên xwe jî hatim. Erê ne tu şiîrên, tu qîmeteke wan a edebî tuneye, lê dîsa jî dixwazim wek bîranîneke tarîxî biweşînim. Min herdu jî 38 sal berê, di sala 1981ê da nivîsîne…

Min zarok dîtin
Min zarok dîtin jîr, serbilind û şareza
min zarok dîtin jixwebawer û gerdenaza
min zarok dîtin ne mîna zarokên min hustuxwar û reben
min zarok dîtin ne mîna zarokên min halxerab û bindest
min zarok dîtin ne mîna zarokên min bêhêvî û mêmecal
min zarok dîtin ne mîna zarokên min bêkes û ji evînê bêpar
min zarok dîtin ne mîna zarokên min bêziman û ji welatê xwe koçber.

Zinarê Xamo
1ê adarê 1981
Stockholm

XXX
Tenêbûn
Tenê bûm rûniştim li ber masê
min ji xwe ber rahît pênûsê
bêbiryar bûm, min nizanîbû ezê çi binivîsim
min nêrî rastê min dîwar
çepê min dîwar
pêşiya min dîwar
paşiya min dîwar
dîwar bêdeng bûn
li min guhddarî dikirn
demekê ketim xem û xeyalan
hete ber çavê min welatê min
sûretê dost û hevalan
bi rastî ne dûrî min bûn
nizanim ew hatibûn ba min
nizanim ez çûbûm ba wan
min bala xwe da xeyalan
min to bi rastî tu Kurdistan î?
li min nêrî bi murûzekî tahl
û bi hustuxwarî
gote min ka kînga hûnê werin
min xelas kin ji bin dagirkerî

Zinarê Xamo
Stockholm
20ê hezîrana 1981ê


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE