30 augusti 2019

Îdeolojî



Îdeolojî gelekê caran rê li ber fêrbûnê digre, însanan qarixî, kor dike, dike mirîd.

Gava meriv têkeve bin bandora wê, haya meriv ji mirîdbûna meriv çê nabe, meriv pir rehet e.

Xwedêgiravî îdîa û armanca îdeolojiya marksîzmê ew bû ewê ferdên ji her miletî, ji her welatî, ji her rengî û ji her dînî bianiya ba hev, bikira dost, heval û birayên hev.


Lê em dibînin çep û komunîstên tirk, ereb û faris nebûn heval û birayên me, piştgirî nedan azadî û serxwebûna me, ew jî bi qasî dîndar, îslamî û hevalbendên îdeolojiyên din şerê me dikin, bindestiya me diparêzin.

Teorî çiqasî xweş bike jî ya muhîm prakrîk e, çi heyf îdeolojiya marksîzmê jî wek ya îslamî di praktîkê da tu feyde neda me.

Lê zirara da me ne hindik e, ez kanim bibêjim zirara wê ji kara wê zêdetir e

XXX
Îro li Kurdistana bakur û li Tirkiyê, li Ewrûpayê kurdê, kurda bi zarokên xwe ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive ew kurdperweriya herî mezin dike. 

Tasek av li sahrayê ji bo merivekî ji tîna dibehece çiqasî muhîm be, bi zarokan ra jî axaftina kurdî hewqasî muhîm e, xelasiya ji tirkbûnê ye…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE