21 augusti 2019

Hukûmet dixwaze dest deyne ser hemû belediyên HDPê


Qeyûmê dewleta tirkan yê belediya Wanê Mehmet Emin Bilmez, meclîsa belediyê ya 71 kesî belav kiriye. 

Her wiha 12 serokên yekîneyan û gelek rêvbir û sekreterên giştî jî ji kar derxistine. 

Qeyûmên belediya Diyarbekrê û Mêrdînê jî eynî tişt kirin, wan jî hema hema hemû karkir û mamûrên herdu belediyan ji kar derxistin. 


Gava meriv welatekî dagir dike meriv wî welatî bi zilamên xwe îdare dike. Tirk jî nuha eynî tiştî dikin.

Tirk, Kurdistanê ji nuh ve dagir dikin, dagirkeriya xwe ya heyî reorganîze dikin.

Li gorî wan di sîstema brê da hin valahî, nuxteyên bê dilêwan hebû, nuha sîstema xwe ji nuh ve reorganîze dikin.

Berê şeklî ba jî li Kurdistanê netîceyên hilbijartinan qebûl dikirin û dihîştin di îdareyên mehelî da kurd xwe îdare bikin.

Lê îkîtîdara îslamîstên tirk nuha vî mafî ji kurdan digre, êdî dixwazin îdareyên mehelî jî ji kurdan bigrin, bi xwe, bi mamûrên dewletê, bi walî û qeymeqaman îdare bikin. 

Bi îhtîmaleke mezin ewê dest deynin ser hemû beldiyeyên HDPê. Wer xuya dike. Bi kêmanî nêta wan ev e. Bala xwe didin reaksiyonên kurdan û dinyayê. Heger qeyûmên Mêrdînê, Diyarbekrê û Wanê bi rehetî, bêyî liberxwedan were qebûlkirin, ewê gava duduyan jî bavêjin, dest deynin ser belediyeyên din jî.

Dibê kurdên HDPê êdî li gorî vê rastiyê hereket bikin, dev ji meclîsa tirk û demokratîkkirina Tirkiyê berdin, Kurdistan welatekî kolonî ye û hêzên kolonyalîst dixwazin îdareyên mehelî jî bigrin destê xwe. Dibê em jî li gorî vê rewşa nuh siyaseteke nuh bimeşînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE