07 augusti 2019

Heta çavê tirkan me bibire ewê bela xwe ji me venekin


Tirk bela xwe ji kurdan venakin, em çi bikin jî, çi bibêjin jî me rehet nahêlin, hedefa wan qirkirina me ye. Dixwazin kurdan wek milet biqedînin, mehû bikin.

Çimkî çavê wan me dibirre. 


Çimkî me zeîf û xwe jî xurt dibînin, lema jî dixwazin me bixwin, me wek milet ji ruyê dinyayê rakin, di bindestiyê da hêdî hêdî bihelînin…

Tirk belayake pir mezin in, ev rast e.

Ez dibêjim belkî di tarîxê da tu miletekî din belayeke hewqasî mezin nedîtiye. Nahêlin li welatekî din kurd azad bibin, rehet bijîn. 

Lê belê bela çiqasî mezin be liberxwedana li hemberî wê jî hewqasî mezin dibe. 

Hêvî dikim êrîşî Kuristana rojava nekin. 

Lê heger êrîş kirin belkî îcar ew bela xwe bibînin…

Me gelkî tehamulî vê belayê kir, qey rojekê emê mikafeta vê sebra xwe bibînin.

Li hemberî van gefên Tirkiyê dibê Kurdistana Federe hewqasî bêdeng nema, bi beyanekê li dijî van gefên Tirkiyê yên dagirkirinê derketa. 

Gava Tirkiyê di referandûmê da êrîşî ser wan kir, kurdên din bêdeng neman.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE