25 augusti 2019

Her kes ji aqilê xwe razî ye


Di vê cîhana medyaya sosyal da bi hezaran tiştê bi meriv pir vala û berradayî tên hene, meriv her roj rastî bi sedan nivîs, şirove û gotinên bêmane û berradayî tê. 

Li gorî meriv gotinên pir bêmane, vala û berradayî ne. Lê tu bala xwe didê bi dehan, bi sedan însan diecibîne. 

Yanî tiştê bi meriv vala, bêmane, berradayî tê, bi gelek kesan pir rast û hêja tê dîtin.

Carnan ez ji xwe ra dibêjim, ev însanên mest mezin, rîsipî û porsipî çawa dibe van gotinên tewşo mewşo dibêjin û hewqas kes jî diecibînin ?

Ez dibêjim gelo yê dîn, yê ne biaqil ez im ya jî dîn û kêmaqil pir in ?

Ez çi bibêjim, her kes ji aqilê xwe razî ye...

XXX
Carnan gava meriv kurmanciya yekî rexne dike, ya jî gava ji yekî ra dibêjî filan gotin şaş e, wiha nayê gotin, dibê wiha be, di cî da ji te ra dibêje "ev devoka me ye, li ba me wiha dibêjin."

Bêguman di kurmancî da gelek devokên ji hev cihê hene, ev rast e.

Lê hin caran însan şaş dinivîsin, çewt tê bîrê, yanî ne devok e, lê dibêje ev devoka min e.

Bi baweriya min hin çewtiyên îmlayê, gramerê, nêr û mê û hin gotinan her tim ne devok e. Dibê di vî warî da meriv bi îhtîyat be û di mesela devokiyê da hertim zêde îdîa neke. Tiştê meriv dibêje devok e, kane ne devok be, çewtiya meriv bi xwe be.

XXX
Vê nivîsa Sîrwan Rehîm bixwînin û ferqa ereb û kurdekî bibînin. Piştî min nivîs xwend, min ev komentara jêr li binê nivîsê nivîsî.

Bira, li qusûra min nenêre, lê belê tu merivekî pir bêxîret î, tu ne tiştek e!

Heger tu ne merivekî bêxîret bûya, heger pirçek şexsîyet û kurdperwerî bi te ra hebûya, te ev faşîstê ereb nedigirt û mala xwe bi erebekî bajarê te dagir kiriye û hewqasî neyarê qewmê te ye nedida barkirin.. te pê ra sohbet nedikir.

Ma li Almanya karkir nema tu diherî ereban dibînî? 

Kurdê pê ra xîret hebe mala xwe bi erebekî nade barkirin…

Te gotinên wî faşîstê ereb heq kiriye. Xortê ereb mêr e, lê tu ne tiştek e! 

Mêrik hewqas heqaret li te kiriye, dagirkeriya xwe parastiye, lê te jê ra tiştek negotiye, tu ji ba wî ranebûye û te dîsa jî mala xwe pê da ye barkirin.
Madê min ji te geriya…

Ali Kut Xamo, ez dibêm tu bilasebeb xwe hêrs dikî! Tu ecêbîyek di vê nivisê de nîn e, bilekis hal-rûhîyeta erebekî ku bûye penaber lê hê jî dev ji wê nijadperestîya xwe bernedaye radixîne ber çavan. Ango dide xuyakirin nijadperestî çendî ehlaqekî xirab e. Ê ereb tu heqaretan lê nake. ya din jî bi pereyê xwe karê xwe dikin. wele ez dbêm tu neheq e!

Zinarê Xamo M. Elî Kût, yê ereb bajarê wî dagir kiriye û dagirkirina xwe jî diparêze û belkî jî ketibe mala wî.
Yekî bajarê meriv, mala meriv dagir bike û wê dagirkeriya xwe jî biparêze, bibêje baş bû em ji kurdan xelas bûn, meriv karê xwe bi wî nade kirin.
Mêrik kurdan dijmin dibîne, ji kurdan nefret dike, lê yê kurd li hemberî vê irqçîtî û tecawiza wî teoriyên mirovahiyê çê dike, demagojiyê dike.
Meriv bi neyarekî wiha mala xwe nade barkirin.
Heger bike, ji bo te normal be jî, lê ji bo min ew ne tu meriv e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE