13 augusti 2019

Heger zimanê zarokên culemêrgî û şirneşxî jî bûbe tirkî mesela qediya ye, tirkan em kirine tirk


Kurdekî ji Culemêrgê bi navê ”Babê Mesûd” gotiye ”yek zarokê kurdên hefs jî razane bi kurdî nizanin, hemû bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin, dibêjin dema zarok çû dibistanê bira zahmetiyê nekêşe.”

Weleh heger rewş ev be felaketeke mezin e û tirkan ji nuha da em qedandine, em kirine tirk û weselam...


Gava ez dibihîzim kurdekî dîlokî, erzînganî, mereşî, xarpêtî, sêwasî, meletyeyî bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyive, xemgîn dibim, li ber dikevim, diqeherim lê zêde matmayî namînim. 

Çimkî zanim li wan bajaran asîmîlasyon bi ser ketiye, dijmin zora me biriye.

Lê belê gava dibihîzim kurdekî culemêrgî, şirnexî, cizîrî bi zarokên xwe bi tirkî dipeyive û zarokên culemêrgî, şirnexî, cizîrî bi kurdî nizanin qudûmşikestî dibim, tevzeke digre bedena min, dilê min, bîna min teng dibe…

Roja zimanê zarokên culemêrgî, şirnexî, cizîrî, dêrikî, farqînî bû tirkî mesela me kurdan diqede, Kurdistan, murdistan êdî tenê xewn û xeyaleke. Dibê em hemû kurd viya baş bizanibin.

Heger bi rastî em naxwazin bibin tirk dibê em bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivin.

XXX
Li gorî çend sal berê nuha gelek kes bi gotin li dijî asîmîlasyonê derdikvin, li dijî asîmîlasyonê nivîsan dinivîsin, li ser vê meselê civînan çê dikin, dibêjin gerek kurd di vî warî da tiştekî bikin, hin gavan bavêjin, hin tedbîran bigrin.

Tiştên tên gotin û tên xwestin hemû rast in, gilî û gazinên ji gel, ji partiyan tên kirin jî hemû rast in û di cî da ne.

Li vir ez dixwazim pirsekê ji xwediyên van rexneyan, van gilî û gazinan bikim. Pirsa min ev e:

Kesên li dijî asîmîlasyonê derdikevin û ji xelkê gazinan dikin, gelo ew bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin?

Gelo zimanê wan yê çarşiyê û bazarê, yê rojane kurdî ye?

Yanî wan bi xwe kurdî kiriye zimanê xwe yê rojane?

Ez dixwazim xwediyên van rexne û nivîsan, civîn û beyanan bersîvê bidin, we kurdî kiriye zimanê xwe yê malê, jiyanî û siyasî ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE