16 augusti 2019

Gelo tirk ewê bela xwe ji kurdan vekin?



Tirkiye nuha li Sûriyê ji daxwaza "herêma ewle" poşman bûye, dibêje "herêma ewle" ewê kurdên rojava jî wek kurdên başûr bike xwedî statû û dewlet.

Lema ne "herêma ewle", ne derxistina PYDê, îşxalê dixwaze, dixwaze hemû kurdan ji wir derxe û ereban li wir bi cî bike. 


Daxwaz ev e.

Yanî derdê tirkan ne PYD, PKK filan û bîvan e, ew dixwazin kurdan ji Kurdistana rojava derxin û hinekên din li wir bi cî bikin. Ji dêlî PYDê ENKS jî hebe qebûl nakin. 

Ji xwe viya êdê vekirî dibêjin, dibêje gerek li rojava kurd nebin xwedî desthilat, nebin dewlet. Otonomî, federasyon ferq nake, Tirkiye li dijî her babet mafê kurda ye.

XXX
Gelo Amerîka ewê bikanibe rê li êrîşa Tirkiyê ya ser rojavayê Kurdistanê bigre?
Bi baweriya min heger gava Tirkiyê êrîş kir kurdan neparêze ewê nikanibe Tirkiyê bisekinîne, Tirkiye ewê êrîş bike. 

Tirkiye dibê hemû rojava bibe Efrîn, wer nebe qebûl nake. Tenê zor, sîlehkane êrîşa Tirkiyê bisekinîne. 

Heger Tirkiye bizanibe Amerîka ewê şerê Tirkiyê bike, ewê dev ji êrîşê berde. 

Lê heger bizanibe Amerîka ewê şerê wan neke, wek li Qibrisê kirin, li rojava jî ewê eynî tiştî bikin. 

Nuha haziriyên xwe dikin û Amerîkayê test dikin, diceribînin.

Tirk dibêjin gerek kurdên rojava-Sûriyê wek yên başûr-Îraqê nebin xwedî maf. 

Ji bo wê jî Amerîka ne tê da amadene bi her kesî ra şer bikin. Lê ez hêvî dikim tirk xwe biguherin û ev texmîna min şaş derkve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE