07 augusti 2019

Gelo Amerîka li hemberî êrîşa Tirkiyê ewê kurdan biparêze?

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Mark Esper


Li gorî medyaya tirk dinivîse mizakereyên di nabêna Amerîkayê û Tirkiyê da li Anqerê du rojan dom kirin bêyî ku netîceyekê bidin qediyaye.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper gotiye, “Amerîka li dijî êrîşa Tirkiyê ya yekalî ye, êrîşeke wiha nayê qebûlkirin û tu niyeteke me nîne em dest ji wan (alîkariya QSDê) berdin...” 


Lê li alî din di dereke axaftina xwe da jî gotiye “ lê em nikanin parastina wan jî garantî bikin…”

Ev bersîva Mark Esper ji êrîşa tirkan ra derîyekî vekirî dihêle, ev xeter e.
Erê dibîje ew li dijî êrîşê ne, lê belê gava tirk guh nedin îqazên wan û êrîş bikin, ku nuha we xuya dike, ewê kurdan neparêzin, ewê bi Tirkiyê ra nekevin şer. 

Maneya ” em nikanin parastina wan garantî bikin” ev e.
 
Ê ji xwe tiştê Tirkiye jî dixwaze ev e, dibêje gava me êrîş kir hûn xwe tevê nekin.

Beyana Erdogan ya do sînyala êrîşeke di dema nêz da dide. Erdogan dibêje miheqeq ewê êrîş bikin.
Dibêjin piştî eydiyê, lê ev yek kane dezînformasyon be, îhtîmal heye berî eydiyê êrîş bikin. 

Wa ye hêzên paşmêrî jî îro sewqî ser sînorên Sirûcê û Kobanê kirine. Yanî heger Amerîka sistiyê bike, bibêje di êrîşê da ewê kurdan neparêzin, tirk sedîsed ewê êrîş bikin.

Hêvî dikim wiha nebe û Amerîka nehêle tirk êrîş bikin. Her tişt girêdayî şêla Amerîkayê ye.

Rûsya ne li dijî êrîşê ye, Pûtîn ji zû da destûr daye. Wek Efrînê. Yanî qeleşiya Rûsyayê vekirî ye.
Lê heger êrîş kirin jî bêyî liberxwedanê tu rêyeke din li ber kurdan tuneye. Dibê hemû kurdên dinyayê li hemberî vê dagirkerîyê û JENOSîDA kurdên Kurdistana rojava rabin ser piyan.

Liberxwedaneke mezin wek ya Kobanê kane şêla dinyayê û Neteweyên Yekbûyî biguhere û Tirkiyê bide rawestandin. 

XXX
Tiştê Erdogan li Sûriyê ji bo kurdan dixwaze JENOSîD e, ne tiştekî din e.

Di esasê xwe da Erdogan û tirk cîhaneke bê kurd dixwazin.

Heger Amerîkayê bihîşta, heger dinyayê destûr bida tirkan ewê hemû kurd qir bikirana.

Daxwaze Erdogan ya konkret ji Amerîkayê û ji Fransayê ev e...

Çimkî tirk dibêjin gava kurd li ruyê dinyayê hebin em rehet nakin, xewa me nayê, xurî digre canê me, em duxrin, pizik li zimanê hemû tirkan çê dibe.

Lema jî gerek li cîhanê kurdek jî nemîne.

Li cîhanê kurd hebe tirk rehet nake.

Lê heger kurd hebin jî dibê tu carî nebin xwedî desthilat û dewlet, dibê Kurdistan çê nebe, dibê kurd li her derê tim bindest û kole bin, heta ku dihelin, diqedin.

Daxwaza Tirkiyê ya ji "herêma ewle" ev e, dixwazin li Kurdistana rojava JENOSÎDA kurdan bi Amerîkayê û bi dinyayê bidin qebûlkirin...

Tiştê Erdogan li Sûriyê ji bo kurdan dixwaze JENOSîD e, ne tiştekî din e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE