11 augusti 2019

Gava hafiza teze dibe hisekî xweş dide meriv


Gelek kesên min di zaroktî û xortaniya xwe da ew nas dikirin ji bîr kiriye. Hinekên wan ji dûr, hinekên wan ji nêz ve, dû ra hinekên wan dihatin komela me DDKDê û min semîner dida wan. 

Navên piraniya wan ji bîra min çû ye. 

Lê dema di facebookê da rastî navê wan têm hafiza min xwe nuh dike û di cî da tên bîra min.  Diçim kuçe û kolanên Wêranşarê, komela DDKDê û salên xortaniya xwe û sûretên wan yên zoroktiyê, yên xortaniyê tên ber çavên min.

Gava rismên wan yên nuha, yên kalbûyî, porsipî, serzilût dibînim matmayî dimînim, bi xêra rismên wan yên zaroktîyê û xortaniyê wan nas dikim. 

Heger di malpera her yekî da çend rismên wî yên zaroktiyê û xortaniyê tunebe min ew nas nedikirin..
 
Çimkî sîma wan, şikil û şemala wan pir guherîye. 

Îro dîsa min çend kes dîtin, bi xêra navan min ew nas kirin, hatin bîra min. 

Min bala xwe dayê gelekên wan ne te nê di warê fizîkî da guherîne, di warê fikrî da jî bûne tiştekî din, êdî ne ew xortên dema min in, ji bîr û baweriyên min gelkî dûr ketine, wer xuya dikin. Ji hin nivîs û şiroveyên wan min wer fêm kir.

Hemû bi tirkî dinivîsin, dan û stendina hemûyan bi tirkî ye, heger bi kurdî binivîsim ewê bitirsin. 

Belkî nikanin bi kurdê bixwînin jî.

Ji ber malpera min bi kurdî ye û ez bi tirkî nanivîsim, ji wan kes newêre xwe nêzî min bike. Ya jî ji ber nizanin bi kurdî binivîsin şerm dikin.

Lê li gel vê jî dîtina wan hestekî xerîb bi min ra peyda dike, min dibe Wêranşarê û wan rojên berê.

Zaroktî, xortanî, berê xweş bû, em serapê bawerî û hêvî bûn, hedefa me Kurdistaneka azad û yekbûyî bû...

Nuha em bûne çi û ketine çi halî...

Hey gidî dinyayê, Xwedê qeda û bela te dayê…

 XXX
Merivê nezan, cahil çi tê serî bi qederê, bi enînivîsa xwe ve girê dide, dibêje emrê Xwedê ye, qedera min ev e. Xwedê li eniya meriv çi nivîsî be ew tê serê meriv.

Lema jî ji bo guhertina qedera xwe tiştekî nake, dest ji ber xwe berdide û teslîmî "qedera" xwe dibe.

Sebebê bindestiya me ne qeder e, ne emrê Xwedê ye. 

Em îro di bin destê kê da bin, ji alî wan ve bûne bindest, welatê me ji alî wan ve hatiye dagirkirin.

Ji ber wê jî dibê em sûcê tirkan, ereban û farisan nekin hustuyên Xwedê û qederê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE