12 augusti 2019

Ferqa keç û dayikên berê û yên nuha



Do min hinekî pesnê dayikên berê da, dayikên me yên xwendin û nivîsandina wan tunebû, yên ne xwedî dîplomeyên zanîngehan bûn, yên ne parlamenter û serokên belediyan bûn, lê serapê kurd bûn û em jî kurd hîştin û min çend xîç jî avêtin ji keç û dayikên nuha da. 


Min got dayikên berê bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivîn û ew nekirin tirk, zarokên xwe bi destên xwe asîmîle nekirin. Ew bi kurdî mezin kirin û kurd hîştin. 

Dayikên berê tu carî nebûn heyran û muptelayên tirkî, zimanê xwe, kultura xwe, qiyafetên xwe, zargotina xwe, huner û sinet û tevn û teşiya xwe wek roniya çavên xwe parastin û fêrî zarokên xwe kirin.

Lê keç û dayikên nuha tenezul nakin bi kurdî bipeyivin, pir heyranê tirkî ne û lema jî zarokên xwe jî asîmîle dikin, bi kurdî bi zarokên xwe ra napeyivin. 

Diyar e bi van gotinan min ya dilê gelek kesî gotiye, lema jî kêfa gelek kesî ji van  gotinên min û ji vê rexneya min ra hatiye. 

Gelek kesan ev twîta min ecibandine û rt kirine.

Gotina rast tahl be jî kêfa xelkê jê ra tê. Kêf jê ra tê, lê emel pê nake, di jiyana xwe da bi cî nayne.

XXX
Tiştê herî bêtir min şaş û metal dihêle, meriv tiştê rast û dirist bibîne lê belê neke, meriv him bibêje "weleh gotina te rast e" û him jî li dijî wê gotinê hereket bike, tiştên eksê wê gotina rast bike.

Him dibêjin rast e, dibê meriv bi zarokên xwe ra, bi hev ra bi kurdî bipeyive, bi kurdî binivîse, lê nakin, eksê wê dikin, bi tirkî dipeyivin û dinivîsin.

Meriv tiştek rast dît gerek bike ya jî nebêje rast e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE