31 augusti 2019

Ev nîna ye. tirnîna hîn maye


Li Îdlibê, li Sûriyê îşî Reîs û Tirkiyê pir zor û pir xuya dike. Bi qasî xuya dike rica ji Pûtîn pere nekir, Sûriye nasekine.

Ji do da ye ji Idlibê bi hezaran malbatên cîhatçî û daîşiyan li ber sînorê Tirkiyê kom bûne û dixwazin derbasî Tirkiyê bibin. Lê belê leşkerên tirk nahêlin, rê li ber milet digrin.

Li gorî vîdeo û xeberên di medyayê da belav bûne, leşkerên tirk milet gaz û gulebaran dikin…


Teşxeleya di nabêna malbatên cîhatçiyan û leşkerên tirk da mezin bûye û li gorî medyaya alman dinivîse, di bûyeran da kesek hatiye kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Di vîdeoyan da tê dîtin rismê Erdogan dişwetînin, hin jin(pîrek) xeberên pir giran ji Erdogan ra didin, qelebalix bi yekdengî dibêje ”xayin, xayin, artêşa tirk xayin, xayin…” û gelek xeberên giran wek slogan ji Erdogan û artêşa tirk ra dubare dikin.

Ev nîna ye, tirrnîna hîn maye.

Yê bê biçîne ewê bahozê biçine. 

Aynê kurdan ji we ra namîne, we bi sedhezaran çete û terorîstên îslamî perwerde û çekdar kirin û şandin ser kurdan.

Nuha wek bumerangê li wan vedigerin..

XXX
Yekî gotiye meriv nikane şevekê jî li Tirkiyê rehet razê. Rast e, êdî ne ji bo me kurdan tenê, ji bo tirkan jî rehetî nemaye. Êdî tirk jî bi qasî me bêxew dimînin.

Xwestin kurdan tenê bişewitînin, lê piştî agir gurr bû, pêl gihîşt gelekên din jî, nuha ew jî di agirê me da dişewitin. 

Tirkno, heta hûn me bişewitînin dinya ji bo we jî ewê tim û tim dojeh be, hûnê jî bi me ra birevin, xwe bavêjin bextê ewrûpiyan...

XXX
Ji bêtalihiya me ra, ji şansê me yê xerab ra em rastî dijminekî pir bêqalîte û pir bêexlaq û kuşpene hatine. 

Ne tu meriv in, bawer bikin qiralê wan pênc pera nake...

Gav û saetê wek zarokan, fortan didin xwe, wek qantiran zirte zirta wan e. Nizanim çend kurd kuştine û nahêlin kurd li tu derê bisitirin...

Bi rastî ne hêja ne meriv qala wan bike û gotinên li ser me dibêjin rexne bike.

Hema heta zikê wan diteqe bira zirtan bidin xwe...

XXX
Malpera CNN-Tirkê bi pûntoyên mezin xeber kiriye manşet û bi serbilindî mizgînî daye tirkan, gotiye:

-Ji serokkomar Erdogan daxuyaniyên pir muhîm ! 

Serokkomar Erdogan gotiye ewê bi Trump ra bipeyive…

Şexsek kane miletekî wiha bike qird, bike amîgo û pêkenîn…

Îro li dinyayê ji medyaya tirk şelaftir û rezîltir medya tuneye.

Medyayeke wiha ji bo miletekî rûreşî ye. Lê ya rast milet jî ne tu milet e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE