03 augusti 2019

Emê jenosîsa Şengalê û fermana êzdiyan tu carî ji bîr nekin !



Îro 5 saliya Jenosîda Şengalê ye. Pênc sal berê di 3ê tebaxa 2014a da çeteyên ereb û qatilên Daîşê yên îslamî girtin ser Şengalê, herî kêm 7 hezar jin, keç û zarokên êzdî êsîr girtin û bi hezaran jî kurdên êzdî jî bi hovane kuştin.

Dinyayê li vê jenosîsîdê temaşe kir.


Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro da roja 3ê tebaxê wek roja Jenosîda kurdên êzdî qebûl kir.
Biryareke rast e, pîroz dikim. 

Tiştê 5 sal berê, di 3ê tebaxa 2014a da li Şengalê bû ji jenosîda êrmeniyan ne kêmtir e.

Lê ji ber ku êzdî kurd in kes viya nabêje.

Dibê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û hemû welatên demkrat û medenî jî roja 3ê tebaxa 2014a wek roja jenosîda kurdên êzdî qebûl bikin.

Tirkiye şirîkê jenosîdê Şengalê ye, dibê kurd viya ji bîr nekin. 

Çimkî Tirkiye li pişt qatil û çeteyên Daîşê ye. Tirkiye ji destpêkê da ye qatilên Daîşê û îslamiyên din li hemberî kurdan bi kar tîne û destegê dide wan. Tirkiyê nexwesta qatilên îslamî li Şengalê ev wahşet nedikirin.

Lê li alî din sûc û gunehê hemû welatên musilman jî heye, wan jî dengê xwe nekirin û li jenosîda êzdiyan temaşe kirin. 

Yek dewleta musilman jî neçû gazî û hawara êzdiyan. 

Çimkî êzdî kurd bûn. 

Heger êzdî ne kurd bûna ne Tirkiyê dihîşt ev hovîtî bibe û ne jî hemû dewletên misilman bêdeng diman.  

Di 5 saliya jenosîda Şengalê da hemû êzdiyên bi destên celadên musilmanan hatin qetilkirin bi hurmet bibîr tînim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE