07 augusti 2019

Em him bûne bela serê kurdên din û him jî bi kêrî tiştekî nayên



Kurdên Kurdistana rojava û başûr di agirê me da, yanî di agirê kurdên Kurdistana bakur da dişewitin, çi tê serê wan ji ruyê kurdên Tirkiyê da ye, em tunebûna tirkan ewê bela xwe di wan nedana. 

Ji bo ku em hene û xwedê giravî doz û dawa Kurdistanê dikin û tirk jî ji vê ditirsin û dibêjin dema li Sûriyê kurd azad bibin, bibin xwedî hukim ewê destegê bidin kurdên Tirkiyê, lema jî êrîşî kurdên rojava dikin, nahêlin ew ji bindestiyê derkevin.


Yanî ”bela” me di kurdên rojava û başûr geriya ye, ji ruyê me da tirk êrîşî wan dikin, welatê wan dagir dikin û em jî heta tu bibêjî bêkêr in, li hemberî vê dewleta faşîst û xwînxwar, ant-kurd tiştekî nakin.

Tirkiyê bi dehhezaran leşker û çeteyên Daîşê li ser sînorê  Kurdistana rojava civandiye, dixwaze seranserê Kurdistana rojava dagir bike û 3-4 milyon kurd jî qismekî qir bike û qismekî jî wek li Efrînê kir bi çolan xe û ereban li wir bi cî bike û dû ra jî bi Tirkiyê ve girê bide.

Hedefa tirkan ev e.

Tirk pir vekirî dibêjin, ji bo ku ji kurdên me ra pişt û emsal çê nebe û rojekê ew jî wek kurdên din doza heq meqan li me nekin, dibê em nehêlin li dereke din jî kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe.

Dibê ji nuha da em tedbîra xwe bigrin. Ji bo Kurdistana me dagirkriye ji me ra bibîne dibê li dereke din nebin xwedî dewlet û heta mimkûn be dibê li dinyayê kurd nebînin.

Li gorî tirk dibêjin heta kurd li dinyayê hebin tirk xwe rehet his nakin, ji bo ku tirk xwe rehet û di ewlehiyê da bibînin dibê li dinyayê kurd tunebin.

Tirk wiha difikirin, ev dîtin û îdeolojiya antî-kurd bi tirkan ra ji ya dînî jî xurttir e, tirk bi qasî ku antî-kurd in ne musilman in.

Li gel ku rewş ev e û tirk ji ber hebûna me şerê kurdên din dikin jî em nikanin tu xweliyê li serê xwe kin, em wek kurdên bakur nikanin li welêt û li Ewrûpayê vê êrîşa tirkan ya hovane protesto bikin.

Dibê em nuha li her derê li meydanan bûna û me Tirkiye rûreş bikira û ji dinyayê alîkarî bixwesta.
 
Dibê em berî dagirkeriyê dengê xwe derxin, ne piştî hasil û çû mûsil. Efrîn li ber çava ye, bû bajarekî Tirkiyê û tirk û çû. Sibe ewê eynî tiştî bînin serê Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Dirbêsiyê û Qamîşloyê jî. 

Erzingan, Sêwas, Xarpêt, Dîlok, Meraş, Meletî, Erzerom jî berêbajarên kurdan bûn, lê piştî 90 salî bûn bajarên tirkan û çûn. Heger tirk rojava dagir bike ewê eynî tiştî bînin serê hemû bajarên Kurdistana rokava jî, ev sedîsed e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE