03 augusti 2019

Dilo qet xeman nexwe


Dilo qet xemgîn û poşman nebe
rêya te rast e
hinekî din bişewite
hinekî din hez bike
hinekî din biweste
dildarî wer ne hewanteye
dibê tu îspat bikî
pir çû hindik ma

hinekî din xwe bidê dilo
rêya te rast e

dom bike
neweste
dildarî ne rehet e

XXX

Dilê ji bo azadiyê lênede
ne tu dil e
kurdê Kurdistanê nexwaze
kurdekî kêmaqil e
dilê bi rastî dil be
ji bo azadiyê ewê tim kil be
kurdê bi rastî kurd be
Kurdistana azad ewê tim li dil be

2013-11-10

XXX

Bi kurdî bixwîne, binivîse. Kî zane belkî rojekê tu bibî nivîskarekî mezin.
Li dinyayê tu nivîskarekî mezin berî binivîse nizanîbûye ewê eserên nemir binivîse û bibe nivîskarekî mezin.
Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî berî binivîsin tunebûn, piştî ku nivîsîn bûn Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî...

XXX
Berê jî kurdên xayin, hevalên dewletê pir bûn, lê ne eşkere bûn, baş xuya nedikirin.
Ev 15.20 sal in hema hema maskeya ruyê hemûyan ket, êdî meriv baş dibîne kî bi dijmin ra ye, kî ne pê ra ye.
Heger hûn dixwazin kurdên hevalên neyaran nas bikin, hema bala xwe bidin medyaya tirk, çend şevan li telewîzyonên tirk temaşa bikin hùné bi keriyan nas bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE