19 augusti 2019

Dewleta tirk dest danî ser sê belediyên kurdan



Hukûmeta AKPê ya tirkên îslamî serokê belediya Diyarbekrê Adnan Selçûk Mizrakli, serokê belediya Mêrdînê Ahmet Turk û seroka belediya Wanê Bedîa Ozgokçe ji wezîfê girtin û waliyên van hersê bajaran tayinî dewsa wan kirin.

Li gorî medya dinivîse avahiyên belediyên van hersê bajaran nuha di bin çember û hesara polîsên tirk da ye.


Heta welatê me di bin îşxala tirkan da be û em jî bindest û bê dewlet bin, halê me ewê tim ev hal be, emê ne xwediyê tu tiştî bin.

Îro li Tirkiyê em kurd ne xwediyê raya xwe ne jî. Dewleta tirkan dibêje îradeya we, raya we tuneye, ez qebûl nakim.

Bedîa Ozgokçe, Adnan Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk

Miletê bindest miletê kole ye, merivê kole ne xwedîyê tiştekî xwe ye, her tiştê wî yê xwediyê wî ye.

Berê digotin ji bo me raya milet muhîm e, milet çi bibêje, kê hilbijêre emê qebûl bikin û hurmetê nîşan bidin. 

Lê derdeket ortê vir e, êdî îrade û raya kurdan jî qebûl nakin, kesên kurd hildibijêrin bi darê zorê ji karên wan bi dûr dixin û mamûrên dewletê tayînî dewsên wan dikin.

Esas êdî li Tirkiyê ji bo kurdan tu qîmeteke hilbijartinan nemaya.

Çimkî kesên kurd hildibijêrin, dikin parlamenter û reîsê belediyê, gava dilê dewletê dixwaze ji wezîfê digre şû mamûrekî xwe datîne dewsê. Ji bo wê jî êdî çûna ser sindoqan pir bêmaneye.

Tirkiyê herb li hemberî kurdan îlan kiriye û lema jî raya kurdan jî qebûl nake. 

Dibê hemû partiyên kurd li hev bicivin û bi hev ra li gorî van şertên mewcûd siyaseteke nuh bidin ber xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE