09 augusti 2019

Cehalet meriv zimandirêj dike



Rojnamevanekî tirkê bi navê Lutfu Oflaz gotiye nufûsa misilmanan 1 milyar û 700 milyon e û 63 welatên misilman hene. Lê hilberîna (productiona) 63 welatên misilman bi qasî ya Almanyayê tenê tuneye.

De îcar hesb li ba we ye...

Û serok û alimên misilmanan hîn jî li ber xwe nakevin, hîn jî xwe mezin û xiristiyanan biçûk dibînin.


Heger, Ewrûpa, Amerîka, Qanada û Austuralya deriyên xwe vekin welatên musilman ewê vala bibin.

Çimkî li yek welatê musilman ne azadî û demokrasî heye û ne jî însan xwedî kar û pêşerojeke ewle ne. Bi milyonan însan ya ji ber zulmê ya jî ji birçîna direvin, ji bo xwe bigihînin welatekî Ewrûpa mirinê digrin çavên xwe.

Lê serok, siyasetmedar û alimên misilmanan ji dêlî şerm bikin, êrîşê welatên xiristiyan dikin, wan neheq dibînin.

Li Ewrûpayê zêdebûna nufûsa misilmanan Ewrûpa jî kirine kirin wek welatên xwe, Ewrûpa jî hêdî, hêdî dibe ”cahnime.”

 XXX
Ji bo ku serokê CHPê Kiliçdaroglu gotiye ewê hukûmeta Sûriyê dawetî konferansa Sûriyê bikin, lê ewê ban PYDê nekin,hin kurd aciz dibin, Kiliçdaroglu rexne dikin.

Bi baweriya min di rexeneyên xwe da neheq in, mêrik serokê partiyek e û wek her serokê tirk e wjî li dijî kurda ye. Û viya venaşêre. Di vir da tiştekî xerîb tuneye.
Gava kurd hêviyekê ji Kiliçdaroglu bikin pir ecêb e.

 XXX
Ji CHPê û partiyên tirk tu fêde nagihîje me, hemû partiyên tirk dixwazin em îlelebed bindest bin û Kurdistan çênebe. Di nav partiyên tirk da, bi piştgiriya partiyên tirk em tu mafan bi dest naxin, dibê em li derî partiyên tirk, wek kurd xwe bidin ser hev û doza mafên xwe bikin.

 XXX
Dîktator ancax bi rêya tirsê û tirsandinê li ser hukim dimîne. Lema jî tu carî dev ji tirsandina der û dora xwe û civatê bernade. Çimkî zane roja netirsîne ewê serserî here.
Lê dawiya dawî rojek xelk dîwarî tirsê huldişîne û dîktator jî di binî da dimîne.

 XXX
Li ser Kurdistana rojava nizanim Erdogan li kurdan çi gef xwariye, nizanim Çawuşoglu û Bahçelî çi gotine qet ne muhîm e û dibê meriv zêde ehemîyetê nede gef û gotinên wan. 

Ew ne li ber tiştekî ne, ji xwe ra dipeyivin, tu giranî û cidîyeteke gotinên wan nemaye. 

Ji bo me kurdan Amerîka û Rûsya, lê bi taybetî jî Amerîka çi dibêje muhîm e. 

Amerîka, serokê mezin wek Xoce Nesredîn paşpê li kera wî kir û şand qesra wî.

Amerîkayê tirk baş gem û bizmik kirin, êdî nikanin rahîjin me...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE