02 augusti 2019

Birîna tiliyê...



Temiyek li hemû dost û hevalan û li hemû kalan...

Heger hûn dixwazin li mal destê xwe di ava sar û germ da nekin.

Heger hûn dixwazin her roj feraxan, tawê û beroşê neşon.

Heger hûn dixwazin hundur şirt nekin, nivînan top nekin.

Heger hûn dixwazin pîvazan hûr nekin û hêsiran nebarînin.


Heger hûn dixwazin xwarina we, çay û qahweya we wek mîra were ber we.

Heger hûn dixwazin her roj ji dikanan çeltika li pişta xwe nekin û nebêjin ay pişta min. 

Heger hûn dixwazin nebin keraşo û her roj kincan neşon û dû ra jî qat nekin û di ciyên wan da bi cî nekin.

Heger hûn dixwazin sibehan xurîniya we û êvaran jî şîva we were ber we, temiya min li we, bira xanima we tiliya xwe birîn û emeliyet neke.

Ku tilî birîn bû bi Xwedê çû ji we da, hûnê ji kar pişta xwe rast nekin...

Gava tilî birîn bû, dû ra kul dibe û dû ra jî emelîyet dibe.

Gava tilîyek tenê birîn bû û hat pêçan, êdî hemû kar û barên malê dikeve hustuyê we, 9 tiliyên din sax bin jî pere nake, ji we ra dibêje tiliyek min birîn e û destê xwe bi kar nake...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE