07 augusti 2019

Amerîkayê balona tirkan zû teqand


Plana tirkan ya dagirkirina Kurdistana rojava ma bihareke din, Amerêkayê balona wan zû teqand.

Piştî hewqas fort û zirt ewê fîşekekê jî bera kurdan nedin û kor poşman vegerin mala xwe.

Ev çend roj bûn hewqas zirt dan xwe, hewqas halan di xwe hildan, me jî got belkî îcar rast ewê bêemriya Amerîkayê bikin û êrîşî kurdan bikin.
Lê derket ortê tirk ne ew mêrên kanibin li hemberî Amerîkayê rabin û bêemriya Amerîkayê bikin.

Amerîkayê dengê wan zû birrî, bûn wek pisika şîr rijandibe.

Bi hezaran leşkerên tirk û çeteyên wan yên îslamî û Daîşê bi zirtên mezin hatin ser sînor, lê wer xuya dike ewê kor poşman, bêyî ku biwêribin derbekê jî bera kurdan bidin, kortika hustiyên xwe bixrînin û vegerin meqerên xwe.

Erdogan li ser hevdîtinên bi amerîkiyan ra û plana wan ya dagirkirina Kurdistana rojava beyanek daye, lê pir vala peyivîye, feqîro ji şerma gotiye int, zirt, int, zirt, int zirt û tiştek negotiye. Gotiye "me biryar daye bi emerîkiyan ra komîteyekê ava bikin." û nizanim ew komîte ewê çi û çi  bike. Vala ye, maneya xwe Amerîkayê gotiye giran bin û zêde quretiyê nekin...

Yanî tiştekî konkret tuneye, ev tê maneya ewê hêdî, 
hêdî werin rê...

Lê ya herî muhîm Erdogan qala "emê têkevin Rojhilatê Ferêt, emê operasyonê bikin" nekiriye, dev ji cvan zirtan berdaye, gotiye "me bi Amerîkayê ra li hev kir " filan û bîvan...

Li Kurdistana başûr dawiya dawî çawa hatin ber ben, li vir jî ewê eynî tişt çê bibe, Amerîka hêdî, hêdî ewê wan nerm bike. Ev beyana Erogan îşareta wê ye.

Heta Amerîka destûrê nede ji wan zêdeye êrîşî kurdan bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE