25 juli 2019

Yê bêguneh bira kevirê ewilî bavêje...



Di Încîla Johanna da anekdotek meşhûr heye û heta îro jî ew numûne tê dayin.

Jinikekê bi yekî ra, yanî dema zînayê dike digrin û dibin huzûra Hz. Îsa û dixwazin jinik bi kevirkirinê were kuştin.

Hz. Îsa dibêje:


-Di nava we da yê bêguneh bira kevirê ewilî bavêje jê da…

Kes dernakeve pêş. Li ser vê, Hz. Îsa jî jinikê efû û azad dike.

Dema Hz. Îsa ket mabedê(pîrozgehê)cihûyên Qudsê yên li dijî wî jineke bi sûcê zînayê dihat îthamkirin birin ba wî.

Ji hev ra gotin:

-Eger Îsa jinikê rizgar bike ev li dijî qanûna Hz. Mûsa ye û bi vî hawî emê wî sûcdar bikin.

Na heger jinikê mahkûm bike, ev jî li dijî baweriya wî ye, çimkî ew merhametê teblîx dike.

Bi vê planê çûn ba Îsa û jê ra gotin:

-Me ev jinika dema zîna dikir girt. Hz. Mûsa kevirkirina (recimkirina) kesên wiha emir kiriye, tu çi dibêjî?

Li ser vê Îsa xwar bû, bi tiliya xwe li erdê neynikek xêz kir û her kesî gunehên xwe tê da dît.

Lê dîsa jî zor dan Îsa, xwestin bersîvekê bide pirsa wan. Îsa hêzî ser xwe kir û neynik nîşanî wan da û got:

- Di nava we da yê bêguneh bira kevirê ewilî bavêje jê da…

Li ser vê, her kes ji nava xêzikê derket, çimkî kesê bêguneh tunebû.

Îsa gava bala xwe dayê di nava xêzikê da bêyî jinikê kes nemaye, got:

-Jinê, yên tu gunehkar û şermezar dikirin li ku ne?

Jinikê bi kelogirî bersîv da:

-Hemû çûn, eger tu min  efû bikî, Xwedê şahid e ezê careke din gunehekî nekim.

Hz. Îsa got:

-Bi aramî rêya xwe bidomîne û careke din jî guneh neke…

Kesê ”bêguneh” tuneye, pir hindik, biçûk mezin ”gunehekî” her kesî heye…

Lema jî ji wê rojê da ye di minaqaşeyên siyasî da gotina ” yê bêguneh bira kevirê ewilî bavêje” tê gotin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE