11 juli 2019

Xweşikiya daristanê



Rihanê û Jîro bi destên hev girtibûn û bi dilşadî di nava daristanê da digeriyan. Rihanê bi rûgeşî got:

-Jîro, hela bala xwe bide vê xwişikiyê, daristan çiqasî xweş û muhteşem e!
Jîro got:

-Wele ez ji daran tiştekî nabînim…


Nigê wî diêşe
Nigê wî dişêyiya, çû ser tuxtor, bi dilşewatî ji tuxtor ra got:

-Sibehan gava ji nava nivînan radibim çonga min gelkî diêşê, eynî jan dide.

Tuxtor keniya û got:

-Tu jî sibehan ranebe, danê nîvro rabe, belkî wê demê neêşê.

Kompîtora xerabe
Yekî tirk kompîtora nuh kirîbû roja din bi paş da bir mexazê, got kompîtora we xerabe ye, xwest vegerîne. Yê dikandar hinekî matmayî ma û got:

-Ku dera wê xera beye? Do dema te kirî min kontrol kir saxlem bû.

Yê tirk got:

-Du herfên ”a” tê da tuneye, ez nikanim ”saat”ê binivîsim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE